Jinên ciwan bi çalakiyekê êrîşên li ser jinan şermezar kirin 2020-09-03 10:20:35     QAMIŞLO - Tevgera Jinên Ciwan a bajarê Dêrîkê bi çalakiyekê êrîşên li ser jinê şermezar kirin.    Di demên dawî de êrîş û kiryarên li ser jinê her ku diçe zêdetir dibe. Bi armanca şermezarkirina êrîş û kiryarên li ser jinê, Tevgera Jinên Ciwan a bajarê Dêrîkê ya girêdayî Kantona Qamişloyê çalakiyekê bi dirûşmeya "Refleksên jinên ciwan li dijî tecawiza li ser jinê! Bêdeng nemîne nêrîn bide" li dar xistin.    Çalakî li Qada Şehîdan dest pê kir. Jinên ciwan pankartên bi nivîsa "Refleksên jinên ciwan li dijî tecawiza li ser jinê! bêdeng nemîne nêrîn bide" li ser diwaran daliqandin. Her wiha di derbarê destdirêjiya li ser jinê nêrînên jinên ciwan hatin girtin û li ser pankartê hat daliqandin.   Tê payin ku dê çalakiyên jinên ciwan derbarê destdirêjiya li ser jinê û qetilkirina jinan dom bike.