Dîrok bi navê Leylayan hatiye xemilandin 2020-09-03 09:02:50   Ronîda Hecî/ Hêlîn Kemo   HESEKÊ - Endama Rêveberiya Kongreya Star a bajarê Hesekê Rîma Îsa teqez kir ku rêya berxwedanê bi têkoşîna jinên berxwedêr dewam dike û got: "Em bi berxwedaniya Leylayan bi hêz dibin û em ê şopdarê rêya heqîqetê û bi destxistina azadiya jinê bin."   Di dîroka Gelê Kurd de gelek lehengên jin ên berxwedêr ji xwe re wekî rêya azadiyê hilbijartin û navê xwe di nava rûpelên dîrokê de nivîsandin mîna (Leylayan), li Xaniqînê Leyla Qasim, li Silêmaniyê Leyla Welî, li Licê Leyla Şaylemez, li Amedê Leyla Guven û Leyla Agirî her yek bi nameyek ji dîrokê re got 'Ez Leyla me'. Têkildarî vê mijarê Endama Rêveberiya Kongreya Star a bajarê Hesekê Rîma Îsa nêrîna xwe parvekir.   'Leylayan li hember desthilatdaran serî hildan'   Rîma da zanîn ku Leylayan li hember îşkence, koletî û tecrîdê serî hildan û wiha got: "Di her nifşekî de jina xwedavend û pêşeng mohra xwe li dîroka mirovahiyê da. Di dîroka Gelê Kurd de gelek lehengên jinên berxwedêr ji xwe re riya azadiyê hilbijartin û navê xwe di nava rûpelên dîrokê de nivîsandin, mîna Leylayan, li Xaneqînê Leyla Qasim, li Silêmanî Leyla Welî, li Lice Leyla Şaylemez, li Amedê Leyla Guven û Leyla Agirî. Ew weke xeleka azadiyê hevdu temam dikin û her yek bi nameyek ji dîrokê re got 'Em jinên berxwedêr in'."   'Berxwedaniya Leylayan hêz û îradeya hemû jinan xurt kir'   Rîma di dewama axaftina xwe de diyar kir ku Leyla Agirî ji bo tevahî jinan çîrûska azadiyê bû wiha axivî: "Berxwedana jinên têkoşer mîna Leyla Agirî hêz û îradeya hemû jinan xurt kir. Di rûpelên dîrokê de Leylayan li hember îşkence, tecrîd, koletî û komploya qetîlkirina Gelê Kurd serî hildan û bûn çareseriya aştiyê. Dewleta tirk a dagirker jinan dike armanca êrîşên xwe, ji ber ku bi pêşengtiya jinan bi hezaran ji jinên şoreşger ên jin gihîşt astek bilind ku êdî bû pêşenga şoreşa Kurdistanê. Lewma dewleta tirk destkeftiyên Gelê Kurd nepejirand û her roj bi balafiran êrîşî jinan dike. Em jî van êrîşan bi tundî şermezar dikin û em dibêjin em ê xeta azadiya jinê herdem bişopînin."   'Em ê şopdarê rêya Leylayan bin'   Rîma herî dawî diyar kir ku ew ê bi têkoşîna xwe xwedî mîrasa tevahî jinan derkevin û wiha bi dawî kir: "Leyla Agirî ji bo tevahî jinên azadîxwaz çîrûska azadiyê bû. Em bi berxwedaniya Leylayan bi hêz dibin û em ê şopdarê rêka heqîqetê û bi destxistina azadiya jinê bin. Li pêy Leylayan dê bi hezaran Leyla li hember faşîzmê serî hildin."