Li Şengalê tecrîd hat şermezarkirin 2020-09-03 08:33:26   ŞENGAL - Xelkê Şengalê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Kurd Abdullah Ocalan bi meşeke girseyî şermezar kirin û gotin: "Em di serî de bang li jin û ciwanên Şengalê û Êzidiyên me yên derveyî Şengalê dikin ku ev tecrît li ser me hemûyane, ev tecrît tê wateya tûnebûyîna me û qirkirina me. Dem dema têkoşîn, rêxistin û hêza xwe mezinkirinê ye."    Xelkê Şengalê bi meşeke girseyî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê pêkanîn şermezar kirin. Meşa bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), Yekîtiya Ciwanên Êzidî (YCÊ) û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî (YJCÊ) pêk hat. Meş ji navenda Şengalê heta dewra Yermûk berdewam kir. Di meşê de wêne û pankartên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin rakirin û bê navber dirûşmeyên ji bo azadiya Abdullah Ocalan hatin berzkirin. Girseya ku gihişt qada Yermûkê li vê derê daxuyaniyek da û tecrîd şermezar kir.   Daxuyanî wiha ye: “Di serî de di şexsê hevalên ku di cenga Heftanînê de bi rûhekî fedaî berxwedan û gihîştin merheleya şahadetê em bi bîrtînin û soza mezinkirina têkoşîna wan dûbare dikin.   Ev demekê dirêje ku ji Rêberê Gelan Rêber Apo agahiyek nayê girtin û tecrîda girankirî bi pêngavekê nûve mezintir û dijwartir bûye. Di şexsê Rêber Apo îro li çar parçeyên Kurdistanê û qadên parastina medya erîşekê giştî tê meşandin. Di van êrîşan de weke ku qanûnek, nîzamek nîne her wiha bi êrîşekê bêexlaq re dixwazin nîrxê civakê giştî bin pê bikin. Di serî de ev erîşên wan beramberî jin û ciwanan pêş dikevin. Sedema vê jî ji ber yên ku di çeperên pêş de pêşengtî ji civaka xwe re dikin û yên ku xwedî fikir û felsefeya Rêber Apo derdikevin jin û ciwan ne. Berxwedaniya herî mezin îro Rêber Apo li zîndana Îmralî de, li beramberî tecrîdê dide nîşan dayîn ku cihe ku tu kes nikarê behn bigire Rêber Apo guhertiya cihê têkoşînê. Her çiqas di mile fizîkî de hatibe girtin jî, bi fikir û felsefêya xwe ji hemû cîhanê re Rêbertiya jiyana azad û wek hev dike.  Yê ku di fermanê de jin û zarokên me ji destê DAIŞ’ê xilas kir ev fikir bû, yê ku em ciwan xist xwedî îrade û xwedî hêz ev fikir bû û yê ku hişt ku îro jinên Êzidî li cîhanê giştî de bi têkoşîna xwe werê naskirin heman fikir bû. Îro em jî şagirtê Rêber Apo ne, deyîndarê Rêberê xwe ne ku her êrîşekê ku tê meşandin beramberî xwe dibînin û di milê fizîkî de azadiya Rêber Apo wê bi têkoşîna ku em didin nîşan dan re pêk werê.   Bo vê jî wek jin û ciwanên Êzidxanê em ê her tim dinav lîv û tevgerê de bin, em ê her tim fikrê ku em azad kirine ji bo gihîştandina vî fikrî bi kolan – kolan, mal bi mal bihevre tevbigerin û rabin serhildanê. Ev jî bi rêxistin û yekitiya me re wê pêk werê. Ji ber ku azadiya me bi azadiya Rêber Apo re giredayî ye û ji her demê behtir di vê dême de pêwistiya me bi têkoşîne heye. Eger em yek roj jî berxwe nedin, ev tê wateya kolebûyîne, êsîrbûyîne û rê ji dagirkeriyê re vekirine. Îro li Şengalê bi hevkariya PDK’ê tişta ku faşîzma Tirk dixwaze pêk bîne dagirkeriye, dixwaze me fêrî bê rêbertî jiyanê bike, Rêber Apo ji rojeva me de derbixîne bi vê re tişta ku dixe hedefa xwe de heger jiyanek bê Rêber Apo hebe ev tê wateya dagirkeri yê, ev tê wateya bêhezbûn , bê îradebûyîn û jiyaneke ku em bibin êsîrên wan. Ji ber ku jin û ciwanên Şengalê bi xêra fikir û felsefeya Rêber Apo Şengal xistina warê berxwedane û warê têkoşîne îro erîşên xwe zêdetir dike. Lê belê em jî îro li ser piyana û dibêjin heger jiyanek wê hebe, ev encaq bi azadî re wê hebe, ne dagirkirina dijmin, siya dijmin jî em li ser xaka xwe qebûl nakin û Rêbere me xeta me ya sor e.   Li ser van esasan em di serî de bang li jin û ciwanên Şengalê û Êzidiyên me yên derveyî Şengalê dikin ku ev tecrît li ser me hemûyane, ev tecrît tê wateya tûnebûyîna me û qirkirina me. Dem dema bi hevre serhildanê ye, dem dema têkoşîn, rêxistin û hêza xwe mezinkirin û xwedî li Rêberê xwe derketinê ye. Bi azadiya Rêber Apo re wê serkeftinekê mayîn de pêk werê û em dibejin werin em bihevre rabin serhildanê, werin em bihevre bigihjin Rêberê xwe.”