'176 kedkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin' 2020-09-02 17:46:12   ENQERE - Derbarê belavbûna şewba vîrûsa koronayê Lijneya Rêveber a Odeya Tabîban daxuyaniyek da û da zanîn ku di 19 rojan de li Enqereyê 176 kedkarên tenduristiyê bi şewbê ketine.    Lijneya Rêveber a Odeya Tabîban (ATO) a Enqereyê, diyar kir ku heta 2'yê îlonê 693 kedkarên tenduristiyê bi şewba Covid-19 ketine. ATO da zanîn ku di 19 rojên dawî de 176 kedkarên tenduristiyê bi şewbê ketine. ATO herî dawî di 14'ê tebaxê de têkildarî mijarê daxuyanî dabû û diyar kiribû ku 517 kedkarên tenduristiyê bi şewbê ketine.