Dayikên Aştiyê: Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye 2020-09-02 17:45:33   MÊRDÎN - Bi wesîleya 1’ê Îlonê Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Mêrdînê daxuyaniyek dan û da zanîn ku ji bilî rêya aştiyê wek din tu rêyek din nîne û xwestin her kes guh bide dengê wan.    Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Mêrdînê bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Qoserê daxuyanî dan çapemeniyê. Li ser navê dayikan Hevlet Oncu axivî.   Hevlet diyar kir ku bi salane wan neçarî jiyanek nav şer dikin ku ew bijîn û got: Pêdiviya gelên cîhanê bi aştiyê heye. Bila ev şer û xwîn bisekine. Em edalet û mirovahiyê dixwazin. Bila guh bidin dengê dayikên aştiyê. Ji bilî aştiyê wek din tu rêyek din nîne. Her roj însan jiyana xwe ji dest didin. Bila dawî li şeran were û em bi hev re bijîn. Ez ji bo girtiyan jî bang dikim; bila girtî werin berdan. Ev alozî tenê bi rêya aştiyê dikare were bidawîkirin. Heta birêz Abdullah Ocalan azad nebe wê aştî pêk nayê. Bi rakirina tecrîdê pêkanîna aştiyê ne mimkûn e. Mifteya çareserî û aştiyê li Îmraliyê ye.”