Meclisa Ciwanan a HDP'ê: Em kampanyaya xwe dirêj dikin 2020-09-02 17:24:06   AMED - Lijneya Meclisa Ciwanan a HDP'ê diyar kir ku ew kampanyaya xwe ya bi dirûşma "Em hemû bi hev re bikevin tevgerê" 6 mehên din dirêj dikin.   Meclîsa Ciwanan HDP’ê di 1’ê Hezîranê de kampanya “Em hemû bi hev re bikevin  tevgerê” dabû destpêkirin. Meclîsa Ciwanan biryar girt ku wan kampanya xwe dirêj kiriye û têkildarî dirêjkirina kampanyayê li ber Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Peyasa Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Beriya daxuyaniyê polîsan avahî dorpêç kir.    Berdevka Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Betul Unsal daxuyanî da û diyar kir ku li dijî her cûre êrişên îqtîdarê yên li ser endam, gel û partiya wan ew bi berxwedanê aştiyek bi rûmet kirine armanca xwe û got: “Niha tam jî wextê em bikevin tevgerê ye.”    'Werin em bikevin tevgerê'   Betulê da zanîn ku AKP û MHP dixwazin nirxên civakî ji holê rekin û herî zêde jî ciwan dibin hedefa êrişên îqtîdarê û her roja ku diçe êrişên cuda pêk tên. Betulê got îqtîdar bi rêbazê şerê taybet bi ser ciwanan û civakê ve diçe û dixwaze ciwan kar û xebatê nekin. Btul anî ziman ku di demên dawî êriş, polîtîkayên zext û lêferzkirina sîxûriyê li ser endamên wan zêde bûye û 4 hevalên wan hatine revandin û gef li wan hatine xwarin. Betul got ev polîtîkayên heyî dişibin polîtîkayên salên 1990’î û lê wê tu êriş nikaribin îradeya wan bişkînin. Ebru destnîşan kir ku ew bi pêşengiya ciwanên kurd kampanyaya xwe ya “Bikeve tevgerê” dirêj dikin û dê xebatên xwe di vê çarçoveyê de birêve bibin. Ebru ji bo mezinkirina kampanyayê bang li ciwanan kir ku piştevaniyê bidin kampanya wan û got ku ew ji ciwanan re dibêjin “Werin em bikevin tevgerê.”