Li Rojava hêjmara kesên bi vîrusê ketine zêde dibe 2020-09-02 09:40:03   QAMIŞLO-Desteya Tenduristiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku îro 20 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketine û ji wan du kesî jiyana xwe ji dest daye.   Hevserokê Desteya Tenduristiyê Ciwan Mistefa da zanîn ku îro 20 kesên din li herêmê bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan 2 kesan jiyana xwe ji dest da ye.  Mistefa diyar kir ku kesên jiyana xwe ji dest da ne ji Hesekê ne.    Hejmara kesên ku bi vîrûsê ketine wiha ye: li Qamişlo 5 kes, li Hsesekê 5, li Tirbespiyê 3, li Dêrikê 2, li Reqayê 3, li Kobanê  1 û li Tebqayê jî 1 kes e.    Di navbera 24 saetên borî de 17 kes rewşa wan ji vîrûsê baş bûne. Bi vê yekê hêjmara giştî ya nexweşên bi vîrûsê dighêje 595 kesî ji wan 40 kesî jiyana xwe ji dest da ye û 127 kes jî ji vîrusê pak bûne.