Dayikên Aştiyê: Em tenê doza aştî û wekheviyê dikin 2020-09-02 09:10:10   AMED - Bi minasebeta 1'ê Îlonê endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê axivîn û gotin: “Em bi salan e li pey aştiyê ne. Cih nema ye ku em aştiyê bang nekin. Hemû rondikên çavên dayikan wek in. Bila êdî aştiyek were û dilê dayikan neşewîte.”   Înîsîyatîfa Dayikên Aştiyê ku ji roja damezrandinê ve heya îro ji bo pêkanina aştiyê têdikoşîn. Lê belê ligel hemû têkoşînê aştiyeke mayînde heya niha pêk nehatiye. Bi minasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê Înîsîyatîfa Dayikên Aştiyê axivîn.   ‘Bila êdî xwîn nerije'    Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Şahîde Hayme, diyar kir ku bila êdî ev xwînê bidin sekinandin û got: “Em Dayikên Aştiyê ev çend sal in ji bo aştî pêk were têdikoşin. Bes êdî ku kezeba dayikan bişewîtînin. Lê dîsa jî dewleta tirk her tim bi balafirên xwe êrîşan dike. Gava ku şer tune be feqîrî û xizanî jî namîne. Îro Tirkiye ketiye zor û zehmetiyeke ku ber çavên hemû kesan e. Ji ber van sedeman êdî pêdiviya aştiyê heye. Em wek Dayikên Aştiyê 1’ê Îlonê Roja Aştiyê Cîhanê hemû gelên me re pîroz dikin.”   ‘Em tenê doza aştî û wekheviyê dikin’   Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Nazîme Yurek jî anî ziman ku bi salan e li benda aştiyê ne û wiha axivî: "Bi salan e li ser me bindestî heye. Em doza aştî û wekhevîyê dikin. Mafê ziman û welatê me jî heye. Lê her tim êrîşên me yên li ser kurdan hene. Êdî bes e bila aştiyê bînin vî welatê. Dayik pir guneh in ku her tim wan dil êşîn. Aştiyê herî zêde dayik dixwazin. Em nizanin êdî ji zarokên me re wê çi bibe. Em tenê benda aştiyê ne û jiyanek berxwedar dixwazin.”   ‘Rengê hêsrên çavên dayikan wek in’   Berdevka Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Havva Kiran jî di destpêka axaftina xwe de roja 1’ê Îlonê Roja Aştiyê Cîhanê pîroz kir û ev tiştê bi lêv kir: “Ev 20 sal in ku dayikên me bi temenên xwe yên mezin ji bo aştiyê têdikoşin. Cih nema ku me aştiyê bang nekir lê dengê me ya aştîxwazê nebihîstin. Em jî wekî dayikên aştiyê bang li giş cîhanê dikin ku bila êdî vî xwînê bidin sekinandin. Em ê werin cihên ku çek henin li wê dere kulîlk biçînin. Em hêsrên çavên dayikan di hêsrên xwe de dibînin. Ew bi hezar salan ceza jî bidin me û me bixin girtigehê jî em doza xwe ya aştiyê de mafdar in. Em ne dayikên bi çek û silah in ku êrîş li ser me dikin. Îro li Tirkiyeyê qala demokrasiye tê kirin lê li dewletê de hiqûq nema ye. Bila aşitiyeke mayinde bê kirin.”