'Em ê xwedî li Quba Xatuna Fexra derkevin' 2020-09-02 09:08:15   Viyan Seîd   ŞENGAL - Jinên Êzidî piştî fermanê ji bo hebûna xwe, xwebirêxistin kirin, niha jî hewl didin nirx û cihên pîroz yên jinan biparêzin û xwedî li dîroka xwe derkevin. Jinên Êzidî di 1'emîn Kongreya TAJÊ de biryara xwedî li derketina Quba Xatuna Fexra dabûn û niha jî biryara xwe xistin meriyetê.    Di van êrîşên qirkirinê de herî zêde jî jin bûnê armanca erîşkeran. Cîhan di 3'yê Tebaxa 2014’an de şahîdiya fermanê kir. Li dijî civak û baweriya Êzidiyan di serî dê êrîşê jinan kirin. Di vê erîşa DAÎŞ de bi hezaran jinên Êzidî hatin revandin û di sedsala 21'an de li bazaran wekî kolê hatin firotin. Heta îro jî aqûbeta bi hezaran jinên Êzidî nayên zanîn. Ev êrîşên qirkirinê li peşiya hemû cîhanê pêk hat.   Dijmin bi êrîşên xwe dixwazin civak û jinên Êzidî tune bikin. Di dîroka Êzidiyan de jin xwedî rolêke girîng e û pêşengiya civaka xwe kiriye. Gelek jinên weke Stiya Neqşa, Zerîfa Osê, Stiya Nisra, Daye Zero û Xatuna Fexra bi sedan jinên din peşengiya civaka Êzidî kirine. Yek ji wan jinên berxweder jî daye Gule ya di dema erîşên DAÎŞ de heta dawiyê li ber xwe da û jiyana xwe ji dest da. Dayika Gulê jî îro di nav jinên Êzidî de bûyê sembola berxwedanê û wisa tê bibîr anîn.    Bi taybetî Xatuna Fexra di nav civaka Êzidî de weke xwedewand tê ditin. Çawa dîrok û baweriyên civaka Êzidî bi devkî heta îro hatiye, Hatuna Fexra jî heta îro hatiye. Bi sedan cîhên pîroz qubbe yên civaka Êzidî heye. Yek cihê pîroz jî cihê Xatuna Fexra ye. Tenê yek qubbe bi navê jinê heye ew jî Xatuna Fexra ye.   'Em xwedî li cihên pîroz derdikevin'   Bi taybetî piştî ku erîşa 2014’an ligel hemû erîşên hovane jina Êzidî xwe bi rexistin kir û heza xwe ya parastinê ava kir. Jina Ezidi bi nave Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) tevgera xwe îlan kir û carekî din peşengiya civaka xwe dike. TAJÊ kongreya xwe ya yekêmîn di sala 2019’an de pêk anî û biryar girt ku cihên dîrokî û pîroz yên bi navê jinan heye nûjên bikin û xwedî derkevin. Bi vê boneye xebatên nujên kirina qubeya Xatuna Fexra dest pê kirin û bi dawî kirin. Piştî dawî bûna van xebatên dayik û endamên TAJÊ çûn ziyareta Quba Xatuna Fexra kirin.   'Jinek azad bû...'   Endama TAJÊ Xoxe Cindî di ziyaretê de axivî û bal kişand ser cihên pîroz ên wekî Qubeya Xatuna Fexra û got: "Xatuna Fexra xwedewênda me ye. Di nav dîwanen Êzidiyan de xwedî rol û axaftinê bû. Di diwanen mêr û melekan de xwedî vîn û hez bûn. Xatuna Fexra huriyêk bû. Em jî weke TAJE xwedî dîrok û baweriya xwe derdikevin. Kê/kî çi mirade we hebe tên ber Quba Xatuna Fexra. Xatuna Fexra jinêk azad bû û xwedî keramet bû. Di dîrokê de û îro jî em dibinin ku jin bixwaze dikarê hemû karê bike."   'Em xwe bi rêxistin dikin'   Berdevka TAJÊ Sebîha Sebrî jî li ser rexistinbûna jinê û xwedî li derketina dîrokî wiha nêrînê xwe anî ziman: "Îro em bi armancekê li vir in. Weke cihekê pîroz bi nave jin heye em gelek pê kefxweş in. Me di kongreya xwe de biryar girt ku em xwedî li cihên xwe yên pîroz derkevin û xwedî li dîroka xwe derkevin. Di nav civaka Êzidî de tenê ev bi nave jin weke cihekê pîroz tê naskirin. Em dibinin ku di dîroka Êzidî de jinan pêşengtiya civaka xwe kiri ne. Weke ciwan em jî dixwazin li pêy şopa wan bin û xwedî nirxen wan derkevin. Di dîrokê me de bi hezaran jinên xwedawend heye. Yê civakê parastiyê û li ser lingan girtiyê jin e. Lê ligel bi hezaran jin pêşengi kiriye tenê yek cihê pîroz maye Quba Xatuna Fexra ye. Em weke jin ji vê hêz digirin. Em wekî TAJÊ dixwazin xwedî li keda wan derkevin û li ser vê bingehe xwe bi rêxistin bikin û hêza xwe parastinê ava bikin. Her wiha piştî fermanê jî em bi saya fikir û ramanên Rêber Apo me xwe bi rêxistin kir û em îro jî pêşengiya civaka xwe dikin."