'Têkoşîna Êzidiyan a li Şengalê ew ê dewam bike' 2020-09-02 09:04:16   Rûperîn Bekir    ŞEHBA - Hevseroka Yekîtiya Êzidiyan a Herêma Efrînê Suad Hiso li ser berxwedana şêniyên Şengalê ya li hember êrîşên ku li ser herêmê tên kirin nêrîna xwe anî ziman. Suadê da zanîn ku li dijî êrişan ew her dem li berxwe didin û wiha got: "Hêzên ku dixwazin carake din Êzidiyan di fermanan de derbas bikin bi ser nakevin. Ezidî xwe bi rêxistin dikin û hêza xwe ya parastinê ava kiriye. Têkoşîna Êzidiyan a li Şengalê ew ê dewam bike."   Kurdên Êzidî li Şengalê bi fermana DAÎŞ'ê rû bi rû man û hîn şopên wê yên diyar xuya dikin. Ji bo birînên fermanê bên pêçandin Êzidiyan xwe bi rêxistin kirin û yekîneyên xwe yên parastinê ava kirin. Êrişên dewleta tirk ên li ser Şengalê li dijî Êzidiyan jî bû sedem ku hedef bên girtin. Li dijî van êrişan Êzidiyên Şengalê ji têkoşîna xwe gavê paşde navêjin. Li dijî topbaran û kiryarên dewleta tirk xwe diparêzin. Têkildarî mijarê Hevseroka Yekîtiya Êzidiyan a Herêma Efrînê Suad Hiso nirxandin kir.    'Hemû gef û erişên li ser Şengalê dubare dibin'   Suadê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser êrişên dewleta tirk û wiha got: "Hemû gef û êrîşên ku di dema  DAIŞ’ê de li ser Şengalê pêk hatine  niha carek din dubare dibin. Li pêşiya çavên tevahî cîhanê civaka Şengalê rastî ferman û êrîşan tê. Her tim komkujî, êş, revandin û qetilkirin dibe para jiyana Êzidiyên li Şengalê. PDK jî alîkariyê dide van êrişan. PDK ji bo ku berjewendiyên xwe yên kesayetî bide meşandin, bi dehan mirov ji Şengalê girtiye û radestî mîtên dewleta tirk kiriye. Îxaneta ku PDK'ê di dîrokê de li Şengalê kir, îro carake din tê xwestin bê dubarekirin."   'Têkoşîna Êzidiyan a li Şengalê ew ê dewam bike'   Suadê da zanîn ku ji bo PDK û dewleta tirk metirsiyê di dilê şêniyên Şengalê de bidin çêkirin gefên xwe zêde kirine û wiha pê de çû: "Piştî rizgarkirina Şengalê ya ji destên komên çeteyên DAIŞ’ê, aramiyek di hundir Şengalê de pêk hat. PDK û dewleta tirk ji bo ku carake din metirsiyê di nav şêniyên Şengalê de bidin çêkirin gef û êrişan dikin. Lê li dijî êrişan têkoşîna Êzidiyan a li Şengalê ew ê dewam bike."   'Şêniyên Şengalê xwedî li nirxên xwe derdikevin'   Suadê di dawiya axaftina xwe de teqez kir ku şêniyên Şengalê xwedî li nirxên wê yên pîroz derdikevin û wiha bi dawî kir: "Dewleta tirk bi alîkariya PDK'ê û bi hinceta qaşo derxistina 'terorê' ya ji Şengalê êriş dikin. Di encama êrîşên PDK'ê û dewleta tirk de bi hezaran mirovên Êzidî hatine qetilkirin. Berxwedan û têkoşîna ji bo rêgirtina êriş û fermanan dewam dike. Şêniyên Şengalê xwedî li nirxên xwe derdikevin."