ROJEVA 2'YÊ ÎLONA 2020'AN 2020-09-02 09:00:00   *Jina bi navê Elîf Reşo ya ji Herêma Efrînê li ser girîngiya parastina gotinên pêşiyan û bikaranîna wan a di roja îro de wiha got: "Gotinên pêşiyan ew gotinên kevnar in. Ji demên dirêj ve hatine gotin, bûne dîrok û hîmekî esasî yê di nava civakê de ye. Ji bo ku em çanda civaka xwe biparêzin pêwist e em hîmên wê biparêzin. " DÎMEN HEYE   *Hevseroka SES'ê ya Mêrdînê Şukran Guzel balkişand ser hejmara kesên li Mêrdînê bi Vîrusa Koronayê ketine û got pirsgirêka li welat jî li ser gel hatiye barkirin. DÎMEN HEYE   *Hevseroka Yekîtiya Êzidiyan a Herêma Efrînê Suad Hiso li ser berxwedana şêniyên Şengalê ya li hember êrîşên ku li ser herêmê tên kirin nêrîna xwe anî ziman. Suadê da zanîn ku li dijî êrişan ew her dem li berxwe didin û wiha got: "Hêzên ku dixwazin carake din Êzidiyan di fermanan de derbas bikin bi ser nakevin. Ezidî xwe bi rêxistin dikin û hêza xwe ya parastinê ava kiriye. Têkoşîna Êzidiyan a li Şengalê ew ê dewam bike." DÎMEN HEYE   *Berdevka Meclîsa Jinan a dema nû ya DTSO’yê Seda Berekatoaglu bi lêv kir ku wê projeyên heyî bidomin û bi taybet ji bo jinan jî projeyên bi garantî yên îstîhdamê hebin. DÎMEN HEYE   *Jinên bajarê Hesekê bang li şêniyan kirin ku xwe ji Vîrusa Koronayê biparêzin û gotin: "Vîrusa Koronayê xeteriyek li ser tevahî cihanê ye. Pêwist e her kes bi hesasiyeteke mezin nêz bibe û xwe ji Vîrusa Koronayê biparêze." DÎMEN HEYE   *Hevsreoka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz ku di çarçoveya bernameya ‘têkoşîna demokrasiyê de’ serdanan pêk tîne da zanîn ku israra polîtîka şer a li hember Gelê Kurd girêdayê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û got ger ku derdekî desthilatdariyê yê demokrasî û aştiyê hebe, navnîşan Îmrali ye. DÎMEN HEYE   *Jinên Êzidî piştî fermanê ji bo hebûna xwe, xwebirêxistin kirin, niha jî hewl didin nirx û cihên pîroz yên jinan biparêzin û xwedî li dîroka xwe derkevin. Jinên Êzidî di 1'emîn Kongreya TAJÊ de biryara xwedî li derketina Quba Xatuna Ferxa dabûn û niha jî biryara xwe xistin meriyetê. BI DÎMEN