Kongreya Star 1'ê Îlonê pîroz kir 2020-09-01 19:51:00   ŞEHBA - Kongreya Star a navçeya Şêrewa ya Herêma Efrînê, li gundê Bênê bi daxuyaniyekê 1'ê Îlonê Roja Aşitiyê ya Cîhanê pîroz kirin.   Kongreya Star a navçeya Şêrewa ya Herêma Efrînê, bi daxuyaniyekê 1'ê Îlonê Roja Aşitiyê ya Cîhanê pîroz kirin. Di daxuyaniyê de Endamên Kongreya Star amadebûn. Her wiha di daxuyaniyê de pankartên bi nivîsa "Ebru Tîmtîk xeta berxwedana jinê ye", "Serî hilde têkoşîn bike û azad bibe" û wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibûn hildan. Daxuyanî ji aliyê Endama Kongreya Star a navçeya Zeyneb Gûbarî ve hate xwendin.   Daxuyanî wiha bû:   “"Weke ku tê zanîn cîhan rewşeke pir awarte dijî, lê di nava vê rewşê heyî de dewleta tirk sedema gurkirina vê alozê ye. Weke vê rojê dewletên navneteweyî dîroka 1’ê Îlonê roja Cîhanî ya Aşitiyê îlan kir, lê rojên ku niha em tê re derbas dibin ji navê xwe dur e. Heta roja îro jî li hember jinê şer tê meşandin. Herî dawî parêzera bi navê Ebru Tîmtîk a ku bi daxwaza "darizandineke adil" jiyana xwe ji dest da. Dewleta tirk a qirker hemû pêkanînên dij exlaqî yên di derheqê jinan de dide meşandin. Jinên kurd li dijî van êrîşan her ku diçe zêdetir bi israr û bi hêz dibin. Divê dewleta tirk bizanibe ku ruxmê êrîşan em hêz dibin.    Ji bo ku em roja 1'ê Îlonê bixin her roj, divê rojane em têbikoşîn.Em jinên Efrînê soza domandina xeta berxwedanê, yek kirina Kurdistanê û rizgarkirina Rêber Apo didin. Em cardin 1'ê Îlonê tevahî kesên azadîxwaz pîroz dikin."   Daxuyanî bi dirûşmeya "Bijî Serok Apo" û "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.