Leyla Guven: Em ê li dijî parçebûnê derkevin 2020-09-01 19:04:53   AMED - Bi minasebeta 1'ê Îlonê Rêxistina HDP'ê ya Amedê xwest "Xeleka Aştiyê' li Deriyê Çiyê heta Deriyê Rihayê pêk bîne, lê çalakî ji hêla polîsan ve hat astengkirin. Hevseroka KCD’ê Leyla Guven anî ziman ku meseleya aştiyê ne tenê meseleya ya kurdan e û got: “Gelo çima ji dengê me ditirsin? Niha jî xeleka me ya aştiyê parçe kirin lê em ê bibin yek û li dijî parçebûnê derkevin."    Bi vesîleya 1'ê Îlonê li Amed, Wan, Riha, Mêrdîn, Stenbol, Enqere, Îzmîr, Mêrsîn, Edene, Antalya û gelek navendên din dê çalakiyên cuda hatin lidarxistin û daxuyanî hatin dayîn. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî bi minasebeta vê rojê li 8 bajaran çalakiya "Xeleka Aştiyê" pêk anîn. Li gelek deveran çalakî ji hêla polîsan ve hat astengkirin.    Rêxistina HDP'ê ya Amedê jî îro xwest li Deriyê Çiyê heta Deriyê Rihayê "Xeleka Aştiyê" ava bike. Lê çalakî ji hêla polîsan ve hat astengkirin. Polîsan qad û parka li dora Sûrê bi bariyeran girt û nehişt girse li dora Sûrê 'Xeleka Aştiyê' pêk bîne. Polîsan bi hinceta pandemiyê çalakî asteng kir. Girseya ku kombûyî bi dirûşma "Bijî berxwedan", "Bi berxwedanê em ê bi ser kevin" û "Zext û zordarî li hemberî têkoşîna me nabe asteng" bertek nîşanî astengiya polîsan da. Ligel astengiyê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven axivî.   ‘Meseleya aştiyê ne tenê ya kurdan e’   Leyla, diyar kir ku aştî meseleyek cîhanî ye û got: “Gelo çima ji dengê me ditirsin, ji ber ku heke dengê me derkeve wê demê gel dê bikeve qadan. Ji vî helwestê ditirsin. Ji ber vê yekê jî em dibêjin em ê gelê vî welatî ne. Li hemberê hêza gel kes nikare tiştekî bike. Em dibêjin êdî ji bindestiyê re bes e. Li çar parçeyên Kurdistanê de em bi ziman û nasnameya xwe jiyana xwe dixwazin berdewam bikin. Meseleya aştiyê ne tenê meseleya kurdan e. Meseleya cîhanê ye. Banga me ji sazî û partiyên Kurdistanê re jî ye. Niha firsedek dîrokî derketiye holê. Ji sed salî carek ew firsed derdikeve dest. Niha ev firsed jî yekitiya îtifaka kurdan e.”   ‘Em ê çarenûsa gelê xwe bi xwe binivîsin’   Leyla destnişan kir ku divê êdî ji berjewendiyên re bêjin na û tîfaka xwe pêk bînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo pêşeroja gelê xwe werin cem hevdû. Vê carê kes nikare çarenûsa me binivîse. Em ê çarenûsa gelê xwe bi xwe binivîsînin. Ji bo vê yekê jî bi minasebeta vê rojê ya roja aştiyê bila hêzên kurd bi hev re şer nekin. Hêzên kurd bila werin cem hevdû û vê firsedê neborînin û bila binirxînin. Ez carek din ji hevalên girtîgehan re yên aştîxwazan re dibêjim ku “aştî nêzik e”. Em hêz ji hevdû digirin. Wê AKP’ê êdî têk çûye. Di her aliyê de têkçûna wan ber çavan e. Ew dixwazin me parçe bikin. Niha jî xeleka me ya aştiyê parçe kirin lê em ê bibin yek û nehêlin ew me parçe bikin.