‘Hertişt hate ceribandin niha jî dema aştiyê ye’ 2020-09-01 14:46:44   AMED - Platforma Ked û Demokrasiyê bi minasebeta 1’ê Îlonê Roja Aşitiyê ya Cîhanê daxuyanî da û gotin “hertiş hate ceribandin niha ji dema aşitiyê ye, em êdî cîhanek ku aşitî û demokrasî têde serdeste dixwazin.”   Platforma Ked û Demokrasiyê bi minasebeta 1’ê Îlonê Roja Aşitiyê ya Cîhanê, li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a  Parqa Koşuyoluyê daxuyaniya çapemeniyê da. Li gel pêkhateyên platformê rêxistina bajêr a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û parlementerên wê, CHP, Partiya Sosyalîs a Bindestan (ESP) beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta li ser “Hertiş hate ceribandin, Niha jî dema aştiyê ye” hat vekirin û diruşmên bijî aşitî hatin berzkirin.  Daxuyanî ji aliyê berdevkê platformê Dogan Hatun ve hat xwendin.   ‘Êdî sebra me ji şer re nema ye’   Di daxuyaniyê de bal hat kişandin  ser wateya rojê û wiha hat gotin: “Bi hêviya ku qetlîamek weke ya Şerê cîhanê yê Duyemîn neyê jiyîn, bi hêviya şer êdî raweste û aşitî serwer bibe, em roja aşitiyê pîroz dikin. Lê mixabin di cihana ku em tê de dijîn bi taybetî jî li Rojhilata Navîn û Efrîqayê şer û qetlîam naqedin. Yê qetil dike, yê tê qetilkirin, yê serdest û yê mafên wan tên binpêkirin. Ev şerê reş û sipî hertim bê eman berdewam dike. Mixabin timî yê wenda dike gelên xizan e û yên bi ser dikevin jî hêzên emperyalistin. Encam çi dibe bila bibe em ji van şerên ku di bin sedema  bi hezaran kesî êdî aciz bûne. Daxwaza  me û pêdiviya me ya bi aştî û yekitiye her ku diçe zêde dibe.”   ‘Li Tirkiyê dayîk aqubeta zarokên xwe dipirsin’   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev erdnîgarî ji parçeyek ji xakên ku qet şer jê xilas nebûyî ye û di berdewamiyê de ev tişt hat gotin: “Demeke dirêje li ser vê xakê şer û pevçûn berdewam dike. Ji ber şerê heyeî bi hezaran kes neçarî koçberiyê bûn, gund hatin şewitandin, bi hezaran kes bêyî ku aqubeta wan were zanîn wenda bûn. hîna Dayikên Şemiyê aqûbeta zarokên xwe dipirsin.  Dayikên Aşitiyê ji bo aştî pêk bê li kolanan e. Pêdiviya hemû kesî bi aşitî û demokrasiye heye. Bê guman li rexa van qetlîaman ji qetlîamek ya xwezayî li Tirkieyê rû dide. Nîşaneya vê ya herî dawî jî şewba koronoyê ye ku afrînerê wê dîs mirovin. Lê hîna bi projeyên HES’an ku tên kirin re qetlîam tên kirin.”   ‘Em ê têkoşîna xwe bidin berdewamkirin’   Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Li Tirkiyê hertim polîtîkayên şer di dewerê de ne. Li gel qeyranên navxweyî hertim li ber sînoran jî tevgerek ji bo şer hey. Tirkiye di warê nearamiyê de di nava 162 welatan de ji rêza 150'emîn de cih digire. Ev qeyrana li welat jî nîşaneya vê ye. Divê rojek beriya rojekê dawî li şer were anîn. Bedela vê jî çi dibe bila bibe  em ê têkoşîna xwe ya ji bo aşitiyê bidin berdewamkirin.”   Daxuyanî bi diruşma “Bijî aşitî”  bi dawî bû.