Fîlîz Kerestecîoglu: Em ê her tim li qadan bin 2020-09-01 14:38:46   ENQERE - Derbarê astengkirina çalakiya "Xeleka Aştiyê" de parlamentera HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglû li avahiya HDP'ê daxuyaniyek da û got: "Qetilkirina mirovan a li Qada Garê şerma vê dewletê ye. Em di şert û mercên faşîzmê de dijîn. Em baş dizanîn ku wê ev desthilatdariya ceberut heya dawiyê nemîne."   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Enqerê, di çarçoveya “Bernameya Têkoşîna Demokratîk” de, xwestin 103 welatiyên di êrîşa DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan li Qada Gara Enqerê di çalakiya “Xeleka Aştiyê” de bi bîr bînin. Polîsan mudaxileyî girseyê kiribû û çalakvan bi êrîşê re rûbirû mabûn. HDP’ê û Hêzên Ked û Aştî û demokrasiyê yên Enqerê astengî û mudaxileya polîsan bi dayîna daxuyaniyekê şermezar kirin.     Daxuyaniya li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Enqerê hat lidarxistin û di daxuyaniyê de pankarta “Aştî bila niha pêk were” hat vekirin. Dayikên aştiyê lacikên xwe yên spî tevlî daxuyaniyê bûn. Cigerê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Tuncar Bakirhan, parlamenter Fîlîz Kerestecîoglû, Habîp Eksîk û Abdullah Koç jî di nav de, nûnerên partiyên siyasî yên hevparên HDP’ê û gelek rêveber û endamên partiyê beşdarî daxuyaniyê bûn.      Hevseroka HDP’ê ya Başêr Pakîze Sînemîllîoglû, di daxuyaniyê de axivî û got: “Me xwest em 103 kesên di 10’ê Cotmeha 2015’an de li Qada Gar a Enqerê hatin qetilkirin bibîr bînin. Lê polîsan zext li me kir û bi awayekê bê hiqûq bîranîn asteng kir. Bila neyê ji bîr kirin ku wê rojekê ji bo hemû kesan edalet û aştî pêwîst bike. Evê biçin û em ê qezenc bikin.”   Parlamenter  Enqerê Fîlîz Kerestecîoglû, diyar kir ku wan xwest li cihê ku mirovên daxwaza aştiyê kirin û hatin qetilkirin bîranînê li dar bixin û wiha axivî: “Qetilkirina mirovan a li Qada Garê şerma vê dewletê ye. Em di  şert û mercên faşîzmê de dijîn. Em baş dizanîn ku wê ev desthilatdariya ceberut heya dawiyê nemîne. Polîsan di dema mudaxileyê de endamê Meclîsa Partiya me Aydin Erdogan ê 65 salî binçav kirin û pêl pişta wî kirin. Çeke û jopên me tuneye. Polîs bi telsîzên xwe li serê mirovan dixin. Mirovên li vî welatî vê yekê heq nakin. Em ê li dijî vê her tim têkoşîna xwe mezin bikin.”