Ji TJA û Komeleya Jinê ya Rosayê peyama 1'ê Îlonê 2020-09-01 14:20:00   NAVENDA NÛÇEYAN - TJA û Komeleya Jinê ya Rosayê li ser medyaya civakî peyama 1'ê Îlonê weşand û roja aştiyê ya hemû jinên cîhanê pîroz kirin.    Tevgera Jinên Azad (TJA) û Komeleya Jinê ya Rosayê bi munasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li ser hesabê medyaya civakî peyamek weşand.    'Jinan bedelên giran dan'   Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan li ser hesabê TJA'yê vîdeoya têkildarî 1'ê Îlonê de weşand. Ayşeyê got:"Jinan ji dîroka mirovahiyê heta niha ji bo aştiyeke mayinde li ber xwe dane û bedelên giran dane. Em wekî TJA'yê 1'ê îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li hemû jinên kurd, tirk û hemû jinên Rojhilata Navîn pîroz dikin."   'Peywira me ya bingehîn parastina aştiyê ye'   Komeleya Jinê ya Rosayê jî wiha got:"Peywira me ya bingehîn parastina aştiyê ye. Me heta niha ev yek parast ku di hemû mekanizmayan de îradeya jinê hebe. Em wekî jin dibêjin şerên ku tên kirin binpêkirina mafan e. Bi baweriya ku ew ê jin aştiyê bînin em 1'ê îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê pîroz dikin."