Li Wanê girseya 'Xeleka Aştiyê' ava dike, tê astengkirin 2020-09-01 13:47:25   WAN - Çalakiya 'Xeleka Aştiyê' ya HDP'ê ya tê xwestin bi boneya 1'ê Îlonê Roja Cîhanê ya Aştiyê bê kirin ji aliyê polîsan ve tê astengkirin.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê di çarçoveya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de xwest li Parka Kale ya Wanê çalakiya 'Xeleka Aştiyê' li dar bixe û li  gel avahiya xwe kom bû. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Parlamenterên HDP'ê yên Wanê, Muazzez Orhan, Murat Sarisaç, Tayip Temel, rêxistinên HDP'ê yên Wan û Colemêrgê, Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Endamên Meclîsa Partiya HDP'ê, hevparên HDP'ê û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Girseya beşdarî çalakiyê bû berdilk ên bi nivîsa "Bi hevre li dijî tecrîdê em bêjin azadî li dijî şer em bêjin aştî" li xwe kirin. Her wiha rûpoşên xemrî dan ber rûyên xwe.    Girseya xwest biçe cihê çalakiyê polîsên avahiya HDP’ê dorpêç kiribûn destûr nedan. Ji ber astengkirinê di navbera HDP’yî û polîsan de gengeşe qewimî.    Gelek welatî û rêveberên HDP’ê yên ji navçeyên Ebex, Bêgiriyê û Erdîşê xwestin werin beşdarî çalakiyê bibin jî di têketina navenda Wanê de hatin astengkirin.    Li ber avahiya HDP’ê rageşî didome.