DBP: Ji bo aştiyê hevdîtinê bidin destpêkirin 2020-09-01 13:12:56   AMED - Bi minasebeta 1'ê Îlonê DBP daxuyaniyekê nivîskî da û got: "Ji bo dawî anîna vê pêvajoya bi xwîn pêwîste demildest tecrîda li ser birêz Ocalan bi dawî bibe û ji nû ve hevdîtinên ji bo aştiyê dest pê bikin.”    Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku divê demildest tecrîd bê bi dawîkirin.   Daxuyaniya DBP’ê wiha ye: “Di rojek wek îro de jî şer didomin û peşkê li demokrasiyê dixe. Li Rojhilata Navîn şer tê birêvebirin. Li Tirkiyê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd hewldan hatin kirin. Lê Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan bi dawî kir. Birêz Abdullah Ocalan dixwest konsepta şer bi dawî bike û aştiyê serwer bike. Lê bersiva hewldana Ocalan bi şer û tundiyê hat dayîn. Di demek wiha de ku şer mezin bûye yê ku dikare dawî li şer bîne birêz Abdullah Ocalan e. Bi dawî anîna tecrîdê wê şer bi dawî bibe. Ji bo dawî anîna vê pêvajoya bi xwîn pêwîste demildest tecrîda li ser birêz Ocalan bi dawî bibe û ji nû ve hevdîtinên ji bo aştiyê dest pê bikin.”