Li Rojava Vîrusa Koronayê belav dibe 2020-09-01 11:33:43   QAMIŞLO - Desteya Tenduristiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku 19 kesên din li herêmê bi vîrusê ketine û du kesan jî jiyana xwe ji dest dane.   Hevserokê Desteya Tenduristiyê Ciwan Mistefa da zanîn ku 19 kesên din li herêmê bi Vîrusa Koronayê ketine û ji wan 2 kesan jiyana xwe ji dest dane û 9 kesên din jî rewşa wan baş bûye. Kesên ku jiyana xwe ji dest dane jineke 72 salî ye û mirovekî 97 salî yên ji Dêrikê ne.    Hejmara kesên ku li herêmê vîrus girtine wiha ne: Li Qamişlo7 kes, li Hesekê 6 kes, li Dêrikê 5 kes û kesek jî ji Amûdê ye.   Bi vê yekê hejmara giştî ya Vîrusa Koronayê digihêje 575 kesî û ji wan 37 kesî jiyana xwe ji dest dane û 110 kes jî rewşa wan baş bûye.