Meclisa Îştar a Mexmûrê: Em ê bi têkoşîna xwe aştiyê mayînde bikin 2020-09-01 11:32:48   MEXMUR - Meclisa Îştar a Mexmûrê: Em ê bi têkoşîna xwe aştiyê mayînde bikin    Bi pêşengitiya Meclisa Îştar a Wergeha Mexmurê derbarê 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de daxuyaniyek hat dayîn.   Bi minesebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bi pêşengitiya Meclisa Îştar a Wergeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî(Mexmûr)  daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew ê jin bi têkoşîna xwe û bi fikir û ramanên Rêber Apo aştiyê li welatê xwe û li Rojhilata Navîn mayînde bikin.   Daxuyaniya ku li ber Navenda Çand û Hunerê hat dayîn bi rêzgirtina ji bo têkoşerên azadiyê yên jiyana xwe ji dest dan hat destpêkirin. Daxuyanî ji aliyê Endama Koordînasyona Meclisa Îştar Gurbet Îşlek ve hat xwendin.   Gurbetê diyar kir ku  Sadsala 21 ê veguheriye sedsala kaos û şerê giran. Li gel ku bi salane 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê tê pîrozkirin ji bo ku aştî li cîhanê pêk bê tu guhertin nehatiye kirin û wiha berdewam kir, " Di roja me ya îro de jî pêkanînên dijmirovî berdewam dikin û bi heman rêbaz û şêweyî dewleta tirk a ku serweriya wê Erdogan dike li Kurdistanê qirkirin û talankirin berdewam dike.  Ji ber wê li welatekî ku talankirin û kuştin lê hebe mirov nikare bahsa aştiyê bike. Ji bo ku aştî pêk were divê pisgirkên ku dibin sedema şer û pevçunan ji holê bên rakirin. Ji bo vê yekê jî eger Gelê Kurd mafê xwe yê bingihin bi dest bixe di kare li Kurdistanê û li Tikrkiyeyê aştî mayîn de bibe."   Heta pirsgirêka krud hebe aştî ne pêkan e   Gurbetê di berdewamiyê de bal kişand ser çareserkirina pirsgirêka kurd û wiha dawî li axafitina xwe anî, "Ger ku pirsgirêka kurd neyê çareserkirin wê aştî û aramî ne li Rojhilata navîn û ne jî li Tirkiyeyê pêk neyê. Ji bo ku aştî pêk neyê bi salane dengê aştiyê Rêber Apo li zindana Îmralî tê ragrtin, ji ber ku ew mîmarê aştiyê ye.  Lê hêzên ku xwe li ser vina gelan, şer û xwinê didin jiyîn, dixwezin dengê Rêber Apo qut bikin. Ji bo wê dewleta faşist a tirk her roja ku diçê şert mercên li Girava Îmraliyê giran dike. Ji ber ku  ji fikrên Rêberê me ditirse . Ji bo wê ewqas êriş dikê. Her dema ku em dibêjin  aştî gelê me dikujin,  darstanên me dişewitinin û her dema ku em dibêjin aştî xaka me dagir dikin. Em ê jin bi fikir û ramanên Rêber Apo aştiyê li welatê xwe û li Rojhilata Navîn mayînde bikin."   Daxuyanî bi dirûşmên , "Bijî Aştiya cîhanê", "Bîjî yektiya gelan" û "Bimre dagerkerî", "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.