Me ji rêxistinên jinan pirsî: Gotina we ya der barê aştiyê de heye gelo? 2020-09-01 09:14:02   ENQERE - Di vê pêvajoya ku roj bi roj ji aştiyê tê dûrketin û şer giran dibe de rêxistinên jinan der barê aştiyê û der barê ku ajandeyeke wan ya di vê mijarê de heye an na axivîn.   Li Tirkiyeyê pêvajoya pevçûnê ya 40 sal zêdetire didome, gelek kesî jiyana xwe ji dest da, bi hezaran kes hatin windakirin û bi mîlyonan koçber bûn.Piştî pêvajoya aştyê ya di 21’ê Adara 2013’an de bi peyama Ocalan hatibû destpêkirin, bi dawî bû şûnde pêvajoya pevçûnê dîsa dest pê kir.   Bi taybet jî di vê pêvajoyê de herî zêde jin û zarok bi êrîşê re rûbirû man. Her çiqas jin li dijî şer rawestin ji ber gotina aştiyê li giştî belav nabe pêvajo bandorek neyînî dike. Bi wesîleya 1’ê îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê me nêrîna jinan girt. Ji Tora Parastina Jinan Buse Uçer û ji Platforma Jinan a Enqereyê Fatma Kiliçarslan û ji Wekheviyê Derya Koca pirsên me bersivandin.   *Pêvajoya aştiyê ya 2013’an dest pê kir di 2015’an de bi daweî bû hikûmetê pêvajo înkar kir. Piştre bi lez pêvajo ket kaosê, çima aştî civakî nebû nebû?   Buse: Li gorî min yên ku vê newekheviyê xwedî dike polîtîka ne. Nûnerê vê polîtîkayê jî AKP ye. Desthilatdariya AKP'ê û Erdogan destên mirovên li dijî nîjadperestî û dijfaşîzmê têdikoşin girêdaye. Bi her awayî newekheviyê hev xwedî kir. Faşîzm têkoşîna li dijî newekheviyê dide sekinandin. lê têkoşînek yekbûyî dikare aştiyê civakî bike.   Fatma: Hevdîtinên di pêvajoya aştiyê de hatine kirin li pişt deriyên girtî hatin kirin û hevdîtin ji gel hatin veşartin. Der barê hevdîtinan de agahdarî nehat kirin. Gel jî ji pêvajoyek ku ne agahdar bû dur ma. Ji ber vê jî aştî nebû civakî. Ji ber pêvajo zelal nemeşiya avakirina aştiyê jî nehat cih.   Derya: Desthilatdariya AKP’ê bi newekheviyên mezin û bêdadiyan; rejîm a ku zextê dike esas girt û welat glabol kir. Berovajî vê ew jî dizane ku wê aştî pêk bê. Rojeva aştiyê ne pisgirêkek wek çareserkirinê dibîne bi faşîzmê hewl da esên aştiyê dixwaze krîmînalîze bike û zextên cidî pêk anîn. AKP’ê daxwazên gelê Kurd ne wek armanca çareserkirinê, wek alav dît. Ev xisti dewrê û koalîsyona bi MHP’ê re anî rojevê. tesîsa rejîma serokatiyê jî sipartin vê manevrayê.   *Dema mirov li tecrubeyên cîhanê dinêrin, jinan bi avakirina aştiyê re rolek girîng lîstin. Hun li Tirkiyeyê di pêvajoya aştiyê de refleksa jinan çawa dibînin?   Buse: Li gorî min divê ev pêşketa. Sedemek heye ku jin di vê aştiyê de bi israrin. Di tevgerên jinan de em her tim behsa krîza mêrtiyê ya di rêxistinên tevlihev de dikin. Ev krîz jî bi hiqûa jinê hewl tê dayîn ku binpê bibe. pêşengiya vê muxalefetê dest diguhere. Jin niha pêşengên muxalefetê ne. Ev jî di alî aştiya civakîbûnê de nokteyek girîng nîşanê me dide.   Fatma:Li Tirkiyeyê mixabin piştgiriya jinan a ji bo pêvajoya aştiyê qels ma. Jin ji derveyê mekanîzmayan hatin girtin û ji ber vê jî xwedîderketin jî giştî belav nebû. Rêxistinên jinan û jin gotinên xwe xurt bikin jî di alî xistina jiyanê de kêm man.   Derya:Ji bo daxwaza aştiyê civakî bibe divê bindest û kedkar bên gel hev. Heta ku jin di bilindbûna têkoşîna civakî a mezin de bi israr nebin û nebin kirdeyên aktîf, pirsgirêka civakîbûnê jî nayê çareserkirin. Heta ku jin xwe rêxistin nekin û nebin kirdeyek aktîf wê ne pêkan be ku ji vê şîdetê bê derketin. Di vî alî de jin xwedî kapasîteyeke ku refleksek cidî biafirînin. Bi taybet em vê di rojevê şîdet û kuştinan de dibînin.   *Bandora gotinên netewperest, zayendperest, olperest yên dsethilatdariyê li ser pratîkên aştiyê çawa ne?   Buse:Têkoşîna li dij nîjadperestiyê li hemû cîhanê xwe heyî dike. Di vir de tişta divê em balê bikşînê rewşa jinên penabere. Bêguman herî zêde jin şer bi bandor dibin. Em nikarin bêjin ku şer bi çekan êrîşê hevkirine. Di esasê de krîzek mezin a avhewayê heye. Ev krîza avhewayê jî şerekî ku mêran li cîhanê daye destpêkirinê ye û dîsa herî zêde jî jin ji vê bandor dibin. Mînak jin ji ber soberiyê nizanin an jî fêr nebûne di lehiyan de difetisin. Em li cîhanek wisa dijîn.   Fatma:Ji serdî de dewletê gotinên şer, bi hedefgirtina bedena jinê pêk anî. Di pêvajoya pevçûnê de li aliyekî din jî zayendperestî û gotinên dijminê jinê li her qada jiyanê bandor kir. Hewldana aştiyê ya jinan û têkoşîna wan hat terorîzekirin û di vê pêvajoyê de dîsa yên herî zêde bi bandor bûn jin bûn.   Derya: Em di kuştinên Nadîra Karaova, Gulîstan û Rabîa Naz de dibînin:Desthilatdariyeke ku tu qanûnî nas nake, her cureyê pîsiyê vedişêre heye. dijiminê jinan herî zêde ji dijminahiya li hember jinan cesaretê digirin. Dizane ku wê bê parastin. Dizane ku wê daraz bi destê wan bigire. Hele ku kursiyek wî hebe, dizane ku fature wê li mexdur bê birîn. Di bûyera Musa Orhan de em hemû qiriyê aşkera dibînin. Sûcekî bi xof heye li holê. Di netewperestî û hamasetê vedişêrin. Rejîma AKP’ê bi hebûna karekterê dijiminî cesaetê dide.   *Di pêvajoya aştiyê de koma mirovên aqilmend hat avakirin. Di vir de herî zêde mêr li pêş bûn. Di şer de jî di aştiyê de jî her tim mêr zêde diaxivin.Hun vê çawa dinirxînin?   Buse:Di muxalefetê de pêşeng êdî jinên femînîst yanî tevgera jinane. Di pêşengiyê de êdî zayend diguhere. Bêguman vê ew jî bandor li tevgeran bike. Mînak heyeta Aqilmendan çawa ‘akîl’ bûn. Ev mijarek din a nîqaşê ye. Wek balonekê bû û teqiya. Jinên dibêjin em di aştiyê de bi isarên wê bi saya vê jî aştiyê bînin.   Derya: Ji heyeta Aqilmendan wêdetir, rê, rêbaz û armancek çawa hebû. AKP’ê bi armanca ku vê wek demokratîkbûnê nîşan bide ava kir û lê di esasê de ne tişte zelal bû. Li pişt deriyan bazara xwe kir.   *Di vê pêvajoyê wek rêxistinên jinan ajandeyek we ya aştiyê heye an jî hûn vê tînin rojevê?   Buse: 1’ê îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê tê. Em li alî têkoşîk yekbûyîne. Em bi vî awayî hewl didin jinan rêxistin bikin. Li welat her roj jinek tê qetilkirin. Li cîhanê jin rastî newekhevî şîdet û tecawizê tên. Li dijî van şîdetan serî hildant ê wateya li dijî şer serî hildanê ye. Divê ev neyê jibîkirin.Em dikarin şer bi berfirehî bigirin dest.   Fatma: Em jin aştiyek bi rumet dixwazin. Dema şer dertê herî zêde jin bi bandor dibin. Ji ber vê em jin daxwaza aştiyê her tim tînin ziman. Her tim jî di rojeva me ye.   Derya: Aştî divê her tim parçeyek bernameya têkoşîna azadî û wekheviyê be. Her roja ku em ji bo rêxistinbûnê têdikoşin jî ji bo vê em berxwe didin.