'Ji bo aştiyê çareserî projeya netewa demokratîk e' 2020-09-01 09:11:50   Lîlav Elî   ŞEHBA - Hevseroka Meclîsa Edalata Civakî ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê Evîn Hec Hemo derbarê 1'ê Yekê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de nêrîn da û got: "Cewherê aşitiyê ew e ku mirovên civakê jiyaneke xweş û aram bijîn. Ji bo aştiyê çareserî projeya netewa demokratîk e."   Dewletên desthilatdar ên ku li dijî aşitiyê û azadiya civakan kiryarên bê exlaq didin meşandin, ji bo wan tu wateya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bê wate ye. Ji ber polîtîkayên van dewletan bi salan e civak di şer û qirkirinê re tên derbaskirin. Niha jî tenê dixwazin weke nav vê roja aştiyê bigirin dest. Têkîldarî 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, Hevseroka Meclîsa Edaleta Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Evîn Hec Hemo nirxandin kir.    'Divê wateya aştiyê bê famkirin'   Evînê di destpêka gotina xwe de 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li tevahî gelên aşitîxwaz pîroz kir û got: "1'ê Îlonê wekî Roja Aşitiyê hatiye pejirandin, lê dewletên ku li dijî azadî û aştiyê derdikevin aramiya cîhanê dixin nava tevlîhevî, şer û pevçûnan. Ger ku aştî li cîhanê pêk were wê demê wê hemû alî wateya aştiyê fam bikin û destpêkê di hundirê xwe biparêzin. Edaleta ku dixwazin pêk bînin bi aştiyê pêkan e. Ji ber ku edalet û aştî  bi xwe re jî demokrasî civakan li ser piyan dihêle."   'Wateya rast a aşitiyê aramiya civakê ye'    Evînê di dewama axaftina xwe de cewherê aştiyê û girêdana wê bi edaletê re anî ziman û wiha pê de çû: "Cewherê aştiyê ew e ku mirovên civakê jiyaneke xweş û aram bijîn. Em dikarin bêjin yek ji hîmên esasî yên aştiyê jî edalet e. Edaleta ku maf nasname û hebûna mirovan di civakê de diparêze ye. Dewletên hegemonîk dijberî aştiyê ji bo civakan şer pêşkêş dikin. Ji bo wê jî heta niha tu alî negihiştine wateya rast a aştiyê. Aştî bi edaletî û demokrasiya ku pêk bê derdikeve pêş."   'Aştî bi projeya netewa demokratîk e pêkan e'   Evînê di dawiya gotina xwe de bal kişand ser aştiyê û rola Rêberê PKK'ê Adullah Ocaln a di aştiyê de û wiha axafitina xwe bi dawî kir : "Bi dîl girtina Rêber Apo re me dît ku tu pêvanên aştiyê li cihanê nemane. Gelek caran ji bo mijara girtina Rêber Apo bang li kes sazî û dezgehên aştîxwaz hat kirin ku aştî ji bo Rêber Apo jî pêk bê, lê tu aliyên xwe aştîxwaz dibînin ev bang nepejirandin. Ji bo me aşitiya ku em dixwazin pêwiste bi projeya netewa demokratîk a ku projeya aştiyê ye. Ji ber çareseriya herî rast ji bo aşitiyê projeya netewa demokratîk e ku ev proje ya Rêber Apo ye."