‘Ji bo me 6 meh temenek e…” 2020-09-01 09:05:10   ENQERE - Gazel Bulut a li girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Kandirayê girtî ye 6 meh e zarokê xwe nabîne. Gazelê got: “Hun zanibin ku 6 me ji bo me çend temen dike. Divê hevdîtinên vekirî bên destpêkirin.”   Jina bi navê Gazel Bulut a li Dêrsîmê ji rojnamegeriya Ozgur Gelecek re nûçegîhanî dikir daxuyaniyên tevlî bibûn hincet hat nîşandan û di 2013’an de hat girtin. 11 mehan girtî ma û piştre hat berdan. Piştre bi îdiaya endamtiya rêxistinê û propaganda rêxistinê kiriye 10 sal û 10 meh ceza lê hat birîn û dosya wê çû 16’emîn Daîreya Cezayê Giran a Dadgeriyê.   Gazel keçek wê ya bi navê Çîgdem Arjîn heye û di 31’ê Tîrmeha 2017’an de hat girtin û şandin girtîgeha Tîpa E ya Muglayê. Piştre şandin girtîgehên Gebze û herî dawî jî ya Kandirayê. Gazel bi mehan e keça xwe ya 4 salî nabîne.   ‘Pêvajo derbas nabe’   Gazelê destnîşan kir ku pandemiyê bi awayek giran bandor li ser girtîgehan kiriye û got: “Bi hinceta koronayê mafên me tên xespkirin. Çûyîna nexweşaneyan, hevdîtin, spor, sohbet û gelek mafên din hatine rakirin. Ev pêvajo jî bi awayekî nayê rakirin. Li derve li park, baxçe, pergav û otelan her tişt serbeste lê mixabin em di nav tecrîdê de tên tecrîdkirin.   ‘Rewşa dayikan giran e’   Gazelê di nameya ku şandibû de da zanîn ku dayikên girtî bi mehan e zarokên xwe nabînin û wiha pê de çû: “Ji ber sînorkirinan em zarokên xwe nabînin. Em zarokên xwe yên navbera 0-6 salî de nikarin bigirin gel xwe. Wezareta dadê daxuyaniyan dide ku tiştek li girtîgehant une lê mixabin em van daxuyaniyan di pratîkê de nabînin. Ez 6 mehe keça xwe nabînim. Hun zanin ku 6 meh çend temene. Di her telefonê de dixwaze bê cem min. Di hezîranê de hevdîtinên vekirî hatin destpêkirin lê mehê carekê bi yek kesî hat sînokirin. Mixabin dîsa min keça xwe nedît. Keça min ji kabîna girtî ditirse. Ez banga hestiyariyê dikim. Bi kurtasî dixwazim bêjim ku ev dayikên girtî zarokên xwe bibînin."