Li Tirkiyeyê hewldanên aştiyê 2020-09-01 09:03:15   Safiye Alagaş   AMED - Bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê hewldanên aştî û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd tevî polîtîkayên şer yên dewletê didomin.    Li Tirkiyeyê, pirsgirêka kurd ku bi salane didome bi neçareseriyê re rû bi rû ye. Bi derketina PKK’ê re kurd ji bo mafên xwe têkoşînek aktîf dimeşîne. Di şerê hat jiyîn de di navbera 40 hezar û 100 hezarî de mirovî jiyana xwe ji dest da. Di navbera 1999 û 2004’an de agirbest hat îlankirin lê pevçûn hîn bêtir dijwar bûn. Tevî her tiştî gotin aştiyê her tim hat qîrin. Dem bi dem bername û konferans pêk hatin û ev daxwaz tên nûkirin. Daxwaza aştiyê her sal di 1’ê îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de derdikeve asta herî jor.   Li Tirkiyeyê lêgerîn aştiyê   Di serî de li Rojhilata Navîn û hemû cîhanê şer û krîz mixabin hîna didomin. Gelan tevî êş, hilweşîn û koçberiyê dest ji aştyê bernedan. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di her derfetê de anî ziman ku pevçûn û krîz divê bi riyên aştiyane bên çareserkirin. Abdullah Ocalan di 19’ê adara 1993’yan de li Bekaa civînek pêk anî û yek alî agirbest îlan kir. Serokomarê demî Turgut Ozal ku wê demê piştgirî da pêvajoyê bi guman jiyana xwe ji dest da. Piştre li Çewlîkê 33 leşkerên hatibûn terhîskirin hatin kuştin û pêvajo xitimî.   Abdullah Ocalan di 11’ê kanûna 1995’an de ji bo pêşiya çareseriyê vebike agrbesta yekalî da destpêkirin. Agirbesta di dema serokwezîr Tansu Çîler û Ekîba wî de di 6’ê gulana 1996’an de hewldana sûîkasta li hember Abdullah Ocalan bidawî bû.   Agirbesta yek alî   Abdullah Ocalan ku hewldanên çareseriyê berdewam kir, di 1’ê Îlona 1998’an de agirbesta yek alî îlan kir. Tevî ku Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê hat derxistin jî agirbest nehat bidawîkirin. Piştî di 15’ê Sibata 1999’an de Abdullah Ocalan anîn Tirkiyeyê PKK’ê agirbest bidawî kir.   Li Îmraliyê hewldanên aştiyê   Hewldanên aştiyê yên Abdullah Ocalan li Îmraliyê jî berdewam kir, di 2’yê tebaxa 1999’an de li ser banga Abdullah Ocalan PKK’ê biryar da ku hêzên xwe ji Tirkiyeyê bikişîne û di 1’ê Îlona 1999’an de cara carem agirbest îlan kir. Li ser banga Abdullah Oalan komek ji çiyê kome ji Ewropayê du komên Aştiyê hatin Tirkiyeyê.   Abdulllah Ocalan di 20’ê çileyê 2000’î de "Projeya aştiyê! di 4’ê mijdara 2000’î de "Plana Çalakiya Lezgîn a ji bo aştî û demokrasiyê" di 19’ê hezîrana 2001’ê de ji bo pêşketina pêvajoya çareseriyê, danezana xwaza lezgîn di 22’yê mijdara 2002’ya de "Danezana çareseriya lezîngîn" di serê 2000’î û di 2002’yan bi giştî du caran  ji serokomar, serokê meclîsê, serokwezîr, fermandarê giştî û partiyên siyasî re ji bo çareseriyê name şand. Di 2004’an de agirbest carek din bi dawî bû.   Di 1’ê Îlonê de peyama aştiyê   Di 2004’an de nêzîkî Roja Aştiyê ya Cîhanê Abdullah Ocalan di 9’ê tebaxê de bi hevkariya parêzerên xwe peyam şand û diyar kir ku xwîn nabe çareserî. Di 2’yê mijdara 2007’an de Abdullah Ocalan daxuyakirin ku ew carek din destê aştiyê dirêj dike û ji bo çareseriya demokratîk her tim hene û peyam da raya giştî.   Di 9’ê cotmeha 2009’an de Abdullah Ocalan banga ji bo aştiyê dubare kir û cara duyem pêşniyar kir ku komên aştiyê bên. Li ser bangê di 19’ê cotmeha 2009’an de ji Qendîl û Mexmûrê komeka aştiyê ya ji 34 kesî pêk dihat, ji deriyê sînor yê Xaburê hatin Tirkiyeyê. Di 2010’an de doz li komê hat vekirin û ceza li wan hatin birîn.   Beramberê hewldanên aştiyê tecrîd   Di 8’ê kanûna 2010’an de dîsa peyama aştiyê hat dayîn û hewldana ji bo aştiyê hat berdewam kirin. Di 2011’an de her tim dîsa daxuyaniyên ji bo aştiyê hatin dayîn. Piştî daxuyaniyan ji 26’ê tîrmehê şûnde hevdîtinên heftane hatin kirin. Di 2012’yan de operasyonên qirkirina siyasî zêde bûn. Girtiyên PKK û PJAK’ê di 12’yê îlona 2012’yan de ketin greva birçbûnê ya bê dem û bê dorneveger û 68 roj şûnde li ser hevdîtinên bi Ocalan re bidawî bûn. Di 3’yê çileyê 2013’yan de Parlamentera Parlamentoya DBP’ê Ayla Akat Ata û hevserokê KCD’ê Ahmet Turk çûn Îmraliyê.   Daxwaza mîlyonan aştî...   Hêviya aştiyê di 21’ê Adara 2013’an de di Newroza Amedê de bi peyama dîrokî ya Abdullah Ocalan ji gelan re hat pêşkêşkirin. Nêzî 2 mîlyon kes tevlî Newrozê bûn û balkişandin ser peyama Abdullah Ocalan. Di 9’ê mijdara 2013’an de jî hevdîtinek hat kirin. Di encama hevdîtinan de Abdullah Ocalan Mutabakateka Dolmabahçeyê ya ji 10 salan pêk tê amade kir. Di 2015’an de meha sibatê de li Îmraliyê du hevdîtin pêk hatin. Nîqaşên berfireh hatinkirin û heyeta dewletê jî cih girtibû.   Şer dest pê kir   Di 22’yê adara 2015’an de serokwezîrê demî Recep Tayyîp Erdogan di vegera xwe ya ji Ukranyayê pirsên rojnamegeran bersivand û daxuyaniyên li dij mutabakatê anî ziman. Di 5’ê nîsana 2015’an de di hevdîtina hat kirin de Abdullah Ocalan got divê Lijneya Şopandinê bê avakirin û di serdana din de jî bila Lijneya Şopandinê bê. Piştî hevdîtina 5’ê nîsanê şûnde carek din destûr nehat dayîn ku heyeta Îmraliyê biçe sedanê. Ji ber vê jî tecrîda giran ket dewrê. Piştî redkirina Mutabakata Dolmabahçeyê û hilbijartinên 7’ê hezîrana 2015’an pêvajoya şer dest pê kir.   Ji bo aştiyê hewldana jinan   Hewldanên Abdullah Ocalan her çiqas ji aliyê dewletê ve neyê dîtin jî ji aliyê gelek aliyên civakê ve hat dîtin û Hewldana Jinan a Ji bo Aştiyê di gulana 2009’an de hat avakirin. Di pêvajoya mutabakatê de jinan rola aktîf lîstin û semîner û çalakiyên cur bi cur pêk anîn.   Di 1’ê Îlonê de Meclîsa Dayikên Aştiyê hat avakirin   Piştî anîna Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê, Însiyatîfa Dayikên Aştiyê wek meclîs hatin gel hev û di 1’ê Îlona 2000’î de Meclîs Dayikên Aştiyê hat avakirin. Dayikên Tirk û Kurd bi bina Însiyatîfa Daykên Aştiyê de ji bo dengê xwe bilind bikin hatin cem hev. Di 2004’an de 70 dayikên aştiyê yên ji Wan, Colemêrg, Sêrt, Êlih, Amed, Stenbol û Rihayê hatibûn bi fermandariya giştî re hevdîtin daxwazkirin. Lê bersiva red girtin. Di 2005’an de daxwaz dîsa hat dubarekirin, lê dîsa bê bersiv ma. Dayikên heta 2009’a ku wek întsiyatîf faliyet meşandin di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de di serî de li Stenbol, li Amed, Wan, Sêrt, Colemêrg, Îzmîr û Êlihê komele avakirin. Di 2010’an de cara sêyem çûn Enqereyê lê dîsa rayedaran bersiv neda dayikan. Di 2011’an de dîsa çûn Enqereyê û bi armanca şermezarkirina operasyonan meşek pêk anîn.   Ji bo aştiyê akademîsyen   Bidawîbûna pêvajoya çareseriyê re di 2015-2016’an de qedexeyên derketina derve hatin îlankirin û şîdet gihişt asta herî jor. Di 11’ê çileyê 2016’an de bi îmzeya hezar û 128 akademîsyenî danezana 'Em nabin hevkarî vî sûcî' hat weşandin.