'Pêwist e em çanda xwe biparêzin' 2020-09-01 09:01:56   Dilûcan Bozî   KOBANÊ - Eyşe Heyder, bû şahîda şer, dagirkirin, berxwedan, jiyana borî û jiyana îro. Eyşeya 70 salî derbarê pêvajoyan de got: "Em çandê wek nasname, exlaq, ziman, hebûn û dîroka xwe pênase dikin. Pêwist e em çanda xwe biparêzin."    Dema Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê hatin dagirkirin yek car êrîşê çand, ziman û nirxên mirovatiye kirin. Li gorî polîtîkayên xwe xwestin demografiya herêmê biguherînin û li gorî berjewendiyên xwe teşe didin civakê. Dagirkirin û şer bi taybetî bi xwe re gelek guhertinên bingehîn tîne û her wiha pêşketina teknîkê jî gelek guhertînan dike. Dagirkirin, şer û teknîk çanda hemû civakê diguherîne. Eyşe Heyder 70 salî ye û li Kobanê dijî. Eyşe bûye şahîdê hemû pêvajoyan û ji ajansa me re muqayeseya hemû pêvajoyan kir.    'Pêwîste çanda me neyê ji bîrkirin'   Eyşe bal kişand ser girîngiya  parastina çandê û wiha pê de çû: "Dema em biçûk bûn ewqase teknîkeke li pêş nebû. Her tişt me bi destên xwe ava dikir. Em sibehê zû radibûn û me dest bi karê malê, xwedîkirina lawiran, komkirina pembû dikin. Wê demê derfet pir kêm bûn, me çandinî bi hêştiran dikir û bi keda destan ew erd dihatin çandin.  Paşê me bênderên genim, ceh, kemûn û nîsk bi cercereyan ji hevdu der dixist. Her wiha me av jî bi deboyan ji bîran derdixist, me li ser pişta lawiran siwar dikir û dikşand malê. Rast e em diwestiyan, lê bi me xweş bû. Her kesî cil û bergên gelerî li xwe dikirin. Çandeke pir pîroz dihat dîtin. Wê demê xêr û bêr pir bû. Aş tunebû me kulav radixstin em jin û mêr li hev kom dibûn, me bi coniyan genimê xwe dikuta. Nanê sêlê dihat çêkirin û sibeha înî li cîranan dihat belavkirin. Gelek tiştên kevnar hebûn û hîna jî hene lê roj bi roj bi rêya şerê taybet ev çand tê bişavtin. Lê pêwist e em çanda xwe biparêzin. Dema ku çanda me bê helandin wê demê hebûna me jî tê helandin."   ‘Em ê mîrasê xwe yê çandî biparêzin’   Eyşe di dawiya axaftina xwe destnîşan kir ku pêwist e em xwedî li çanda xwe derkevin û wiha bi dawî kir: "Di van salên dawiyê de gelek amûrên nû hatin pêşxistin.  Ji ber wê her tişt hêsan bûye. Dema  ku tiştek ji malê re pêwist be, hewceyê çêkirinê nake ji ber ku li sûkê hazir heye. Av di henîfiyan re tê, amurên ceylanê di her malê de heye. Di dema me de cîran bi hevdure dibûn alîkar, wê demê civaka hevgirtî hebû. Niha her tişt berovaj bûye, ev jî bandoreke neyînî li civakê dike. Dihêle ku civak dûrî çand, ziman, hebûn û dîroka xwe bi keve. Em ê çanda xwe ji bîr nekin û wê neyê ji bîrkirin. Em ê mîrasê xwe yê çandî biparêzin."