ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2020'Î 2020-09-01 09:00:00   * Eyşe Heyder, bû şahîda şer, dagirkirin, berxwedan, jiyana borî û jiyana îro. Eyşeya 70 salî derbarê pêvajoyan de got: "Em çandê wek nasname, exlaq, ziman, hebûn û dîroka xwe pênase dikin. Pêwist e em çanda xwe biparêzin." BI DÎMEN    *Nûra Salih ku dest bi kelandina dan kiriye da zanîn ku kelandina dan yek ji çanda jin ya kevnar e û wiha got: “Tiştê herî xweş di roja kelandina dan de ew e ku dayik û zarok hemû li dora hev kom dibin alîkariyê didin hev. Bi kelandina dan re rihê komînal geş dike.” BI DÎMEN     *Nazê Oso bi dermanên xwezayî mirovan tedawî dike û dibêje: "Li gund bijîşk tunebû ku zarokên me tedawî bike. Ji ber vê jî min tedawiya zarokên xwe bi xwe dikir û ez niha hatime astekî. Ez ji her nexweşiyekê re dermanekî xwezayî çêdikim." BI DÎMEN   *Hevseroka Meclîsa Edalata Civakî ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê Evîn Hec Hemo derbarê 1'ê Yekê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de nêrîn da û got: "Cewherê aşitiyê ew e ku mirovên civakê jiyaneke xweş û aram bijîn. Ji bo aştiyê çareserî projeya netewa demokratîk e." DÎMEN HEYE    *Bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê hewldanên aştî û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd tevî polîtîkayên şer yên dewletê didomin.    *Gazel Bulut a li girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Kandirayê girtî ye 6 meh e zarokê xwe nabîne. Gazelê got: “Hun zanibin ku 6 me ji bo me çend temen dike. Divê hevdîtinên vekirî bên destpêkirin.”   *Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, diyar kir ku AKP girtîgehan bi siyasetmendar, akademisyen, rojnamevan û xwendevanan tijê kir û got: "Muxalefet ji van yekan re deng dernexist. Lê divê bê zanîn ku AKP bi qeyranê re hat dê bi qeyranê ne re ji biçe. Ev çûyîn ji gelek nêze." BI DÎMEN    *Di vê pêvajoya ku roj bi roj ji aştiyê tê dûrketin û şer giran dibe de rêxistinên jinan der barê aştiyê û der barê ku ajandeyeke wan ya di vê mijarê de heye an na axivîn. DÎMEN