Melîha ya li Şemraxê hat qetilkirin defin kirin 2020-08-31 16:15:32   MÊRDÎN - Melîha ya li Şemraxê ji aliyê Ekrem Ozel ve hat qetilkirin defin kirin.   Li taxa Dirîn a Şemraxa Mêrdînê, Ekrem Ozel li ser xesû û xezûrê keça xwe yên li nav erd avdan dikin gûle barandinibûn, di encamê de Melîha Kaya (50) jiyana xwe ji dest dabû û Abdurrahman Kaya jî ji lingê xwe birîndar bibû.    Melîha ya ku cenazeyê wê rakiribûn morga nexweşxaneyê piştî karê otopsiyê li gundê wê defin kirin.   Bersûc Ekrem Ozel jî hîna li derve ye û nehatiye girtin.