Xwestin qetilkirina jinê wekî qeza nîşan bidin 2020-08-31 15:37:09   WAN - Gardiyan H.Î.S. ku di hundirê wesayita tê de Dîlan Toptaşi bi çekê qetil kir, hewlda bûyerê wekî qeza nîşan bide.    Bûyera ku li Wanê wekî qezaya tirafîkê hat aşkerakirin derket holê ku hewldana qetilkirina jinekê ye. Li gorî agahiyên hatin bidetxistin, Dîlan Toptaşi ya ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Erdexanê ebe bûye bi hevalên xwe re hatiye Wanê. Piştî ku Dîlan û hevalên xwe diçin Grava Axtemarayê li vegerê Dîlan li navçeya Artemêtê ya Wanê ji gel hevalên xwe peya dibe û li wesayita gardiyanê Girtîgeha Tîpa T ya Wanê H.Î. S. siwar dibe.   Piştî Dîlan li wesayitê siwar dibe ber bi Wanê ve berdewam dikin. H.Î.S. di rê de Dîlan bi çekê dikuje. Herwiha wesayita ku tê de ne jî piştî diqelibe di sekine. Piştî qeza dibe ajovanên di heman rêyê de û kesên li derdorê ku dibin şahidê bûyerê gazî tîmên tendirustiyê û polîsan dikin.    Bersûc H.Î.S. ji aliyê polîsan ve tê binçavkirin û cenazeyê Dîlanê jî radikin morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Wanê. Lê di rapora otopsiyê de aşkera bû ku Dîlan bi guleyek ji serê xwe xwariye jiyana xwe ji dest daye.   Li ser dosyayê biryara nepenîkirinê   Piştî otopsiyê cenazeyê Dîlanê hat definkirin û bersûc H.Î.S. jî bi sûcê "kuştina bi qestî" hat girtin.    Serdozgeriyê derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin û li ser dosyayê jî biryaran nepenîbûnê danî. Hat diyarkirin ku bersûc piştî Dîlanê kuştiye xwestiye wekî qeza nîşan bide û wesayit qelibandiye.