Ji HDP'ê banga tevlîbûna 'Zincîra Mirovahiyê' 2020-08-31 15:25:33   ÎZMÎR - Derbarê 1'ê Îlonê de Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê bang li gelê Îzmirê kir û xwestin ji bo aştî û azadiyê tevlî çalakiya "Zincîra Mirovahiyê' bibin.    Derbarê çalakiyên 1'ê Îlonê de Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê, banga tevlîbûn çalakiya "Zincîra Mirovahiyê" kir û got: "Ji bo li vî welatî rêxistinên demokratik pêş bikevin û aştî bi ser bikeve divê berî her tiştî tecrîd rabe. Divê tecrîd bi dawî bkibe.   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê, têkildarî 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê li avahiya HDP'ê civîna çapemeniyê  li dar xistin. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan a (HDP) Gulistan Kiliç Koçyîgît, Pero Dundar, Serpil Kemalbay, Necdet Îpekyuz û Sezai Temellî û gelek kesên din amade bûn.    Parlamenterên HDP'ê Serpil Kemalbay û Sezai Temellî di civînê de axivîn û bal kişandin ser polîtîkayên îqtîdarê. Di civînê de wiha hat gotin: "Tecrîda li hemberî  Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didome. Îro pergala tercîdê heye. Divê berî her tiştî em tecrîdê rakin. Ji bo li vî welatî rêxistinên demokratik pêş bikevin û aştî bi ser bikeve divê berî her tiştî tecrîd rabe. Divê tecrîd bi dawî bibe. 21 sal in tecrîd heye. Ji ber vê yekê divê berî her tiştî tecrîd bi dawî bibe. Eger tecrîdkirina birêz Ocalan bi dawî bibe dê pirsgirêka kurd jî çareser bibe."    Hevserokê HDP'ê yê Îzmirê Abdulkadir Baydur jî bang li gelê Îzmirê kir û xwest ji bo aştî û azadiyê her kes li Qada Gundogdu Zincîra Mirovahiyê ava bikin.