Rêxistina Mafê Mirovan ji bo Ebru Tîmtîk daxuyanî da 2020-08-31 13:53:09   ŞEHBA- Rêxistina Mafê Mirovan û parêzerên li Herêma şehbayê ji bo parêzer Ebru Tîmtîk daxuyanî dan û gotin: "Banga me ji bo hemû parêzer û rêxistinên mirovî heye ku bi erkê xwe rabin û jiyana bi hezaran girtiyên azadiyê yên li Tirkiyeyê xelas bikin."   Parêzer Ebru Tîmtîk a ku bi daxwaza "darizandineke adil"  238 rojan di greva birçîbûnê de ma û piştî berxwedaniyeke bê hempa jiyana xwe ji dest da. Têkildarî vê yekê Rêxistina Mafê Mirovan û parêzerên li Herêma Şehbayê ji bo parêzer Ebru Tîmtîk daxuyanî dan. Daxuyanî li kampa Serdemê bi beşdarbûna bi dehan ji parêzerên herêmê û Endamên Rêxistina Mafê Mirovan hat dayin. Daxuyanî ji aliyê Endama Rêxistina Mafê Mirovan a Herêma Efrînê Wefe Bekir ve hate xwedin.   Daxuyanî wiha bû: "Dewleta tirk kiryarên dijmirovî dide meşandin. Hemû kiryar û rêkeftinên navnetewî yên dewleta tirk a qirêj hatine belgekirin. Êdî herkes rastiya vê dewleta faşîst nas dike. Dewleta tirk maf, azadiya mirovan ji wan digre û hemû biryar û zagonên navnetewî bin pê dike. Li Tirkiyeyê parêzer, siyasetmedar û hemû mirovên muxalîf tên binçavkirin û tên girtin. Nayên darizandin."   Ebru Tîmtîk ew jina ku li dijî girtina zordarî û tawanên ne rast 238 rojan di greva birçîbûnê de li hember faşîsta tirk û dadgehên wê li ber xwe da. Piştî têkoşîneke bê hempa ji bo  mafê xwe û hevalê xwe jiyana xwe ji dest da. Ebru jineke ku edaleta rast di hundirê xwe de avakiribû û canê xwe ji bo  "darizandineke adil" feda kir. Doza Ebru bal kişand ser rêxistinên mafî, qanûnî û navnetewî derbarê serxwebûna darizandinê de.    Em weke  Rêxistina Mafê Mirovan û parêzerên li Herêma Şehbayê kiryarên dewleta tirk derheqê mirovan de şermezar dikin. Banga me ji bo hemû parêzer û rêxistinên mirovî heye ku bi erkê xwe rabin û jiyan bi hezaran girtiyên ku ji bo azadiyê di zîndanên tirkiyê de ne xelas bikin.”