‘Yekane rêya ku ji kaosê bê derketin Îmraliye’ 2020-08-31 09:03:41   MÊRDÎN - Jinan diyarkirin ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kaosa li Tirkiyeyê kûr dike û got: “Dewlet jî dizane ku ev şer û ev xwîn wê çawa raweste. Hemû cîhan dizane. Lê ji ber li şûna aştiyê şer tecrîh dikin niha bêdeng dimînin.”   Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan yê girtîgeha Tîpa F ya Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê girtin, herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de hevdîtin kirin. Herî dawî di 20’ê Adarê de ji ber vîrûsa korona hevdîtin hat kirin û serlêdanan ji bo hevdîtinê bi hinceta 6 meh cezayê dîsîplînê hat redkirin. Di rojên borî de daxwaza hevdîtinê ya parêzeran 100’emîn pêk hat. Jinên Mêrdînê bertek nîşanê tecrîdê dan û diyar kirin ku divê demildest bidawî be.   ‘Dewlet navnîşana çareseriyê dizane’   Halîme Dayan diyar kir ku ne tenê li Tirkiyeyê li her derê cîhanê bertek ji bo tecrîdê tê nîşandan û ji her alî xwedî li Abdullah Ocalan tê derketin û wiha pê de çû: “Ew qas xwîn dirêje mirov dimrin dewlet pêngavê navêje. Bi hezaran mirov kuştin û ji cihê wan kirin. Başiya mirovan nafikirin. Em dixwazin ev şer û kaos bidawî be. Yakene çareserî jî Îmraliye. Dewlet vê baş dizane.”   ‘Tecrîd li her qada jiyanê heye’   Aysel Yur jî bi gotinên wekê "Gelo li cîhanê kîjan lîder evqas di girtîgehê de maye" bertek nîşan da û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ê heta dawî li dijî tecrîdê têbikoşin. Yekane sedema van krîzan tecrîde. Ne tenê li Îmraliyê hemû cîhan tê tecrîdkirin. Em vê li her derê dibînin. Îro nahêlin em derkevin kolanê û daxuyaniyê jî bidin. Ji bo dengê gel biçewisînin her tiştî dikin. Ez wek kurdekê bi salane têdikoşim. Ez ê wisa jî berdewam bikim.”   Nahîde Ulger jî wiha axivî: “Dewlet baş dizane ku ev şer û xwîn wê çawa raweste. Hemû cîhan dizane. Lê li şûna aştiyê şer tercîh dikin. Lê Gelê Kurd bêdeng namîne û li dijî vê wê bêdeng nemîne. Em ê heta dawî rastiyan biqîrin.”