ROJEVA 31'Ê TEBAXA 2020'Î 2020-08-31 09:00:00   *Jinên ji Herêma Efrînê derbarê xeteriya  vîrûsa koronayê li ser jiyana mirovên temen mezin nêrînên xwe anîn ziman û gotin: " Dermanên nexweşiyên me peyda nabin û bi vê rewşa vîrûsê re jiyana me bêhtir dikeve xeterê. " DÎMEN HEYE   *Komîteya Aboriya Jinê ya Kongreya Star projeya salçeya îsotan da destpêkirin. Jinên ku cihên xwe di vê projeyê de digirin dan zanîn ku ji bo amadekariya zivistanê pêwistî bi keda destê jinê heye û gotin: "Xarina ku bi destê jinan tê çêkirin tam û ekla wê cuda ye. Ji ber wê amadekariya zivistanê jî ku bi destê jinê tê çêirin xweş dibe û pêwistî bi keda destê jinê heye." DÎMEN HEYE   *Şêwekara  bi navê Dûa El-Bestatî ku ji dayikbûna xwe de bê dest e, bi vîn û daxwazeke mezin wêneyên ku raman û dîtiniya xwe ya jiyanê tê de dibîne  xêz dike.  Dûa dibêje: "Di xêzkirina wêneyan de ji ber ku bê dest im li şûna dest tiliyên lingê xwe bi kar tînim. bê têkoşîn mirov nagihîje aramanca xwe. "    *Jinên Reşik ji jinên Sirbîstanê yên li dijî şer in pêk tên. Tevî tehdîdan Jinên Reşik dest ji çalakiyên xwe bernadin û di serî de Srebnîsta, sûcên ku Sirbîstan dike qebûl nakin û dixwazin sûcdar bên cezakirin.   * Jinan diyarkirin ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kaosa li Tirkiyeyê kûr dike û got: “Dewlet jî dizane ku ev şer û ev xwîn wê çawa raweste. Hemû cîhan dizane. Lê ji ber li şûna aştiyê şer tecrîh dikin niha bêdeng dimînin.” BI DÎMEN   *Çawîşê Pispor ê bi navê Musa Orhan ku tecawizê Îpek Er kir û bû sedema ku întîxar bike, hat tahliyekirin. Siyasetmedar û aktîvîstan diyar kirin ku ev polîtîkaya şerê taybet e û wiha gotin: “Belkî jî amîrên wî yên ku dibêjin ‘te baş kir şêrê min’ hene.” DÎMEN HEYE