Ebru Gunay serdana gora Ebru Tîmtîk kir 2020-08-30 17:07:40   STENBOL - Berdevka HDP'ê Ebru Gunay, serdana gora Ebru Tîmtîk a ku bi daxwaza "darizandineke adil" jiyana xwe ji dest da kir.   Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, serdana gora Ebru Tîmtîk a bi daxwaza "darizandineke adîl" di çalakiya rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da kir. Li gel Ebru Gunay  parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî serdana gora Ebruyê ya li Goristana Gazî yê ya li navçeya Sultangaziya Stenbolê kirin.   Ebru Gunay qurnefîl danîn ser gora Ebruyê got, "Ebru Tîmtîk ji bo edaletê têkoşîn da, lê bi birçîbûna edaletê jiyana xwe ji dest da. Edaleta ku hemû civak birçiyê wê ye em ê bi xwe bînin."