Li Enqerê hevdîtina jinan 2020-08-30 15:33:45   ENQERE - Parlamentera DHP'ê ya Enqeryê Fîlîz Kerestecîoglu ku tevli hevdtîna 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bû got, "Dîroka me ne ya mexdûriyetê ya têkoşînê ye."   Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Enqereyê di çarçoveya çalakiyên 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de hevdîtina jinan li dar xist. Parlamentera HDP’ê ya Enqereyê û gelek jin beşdarî hevdîtinê bûn û bal kişandin ser tundî, destdirêjî û kuştna jinan. Hevseroka HDP’ê ya Enqereyê Pakîze Sînemîllîoglû axivî û diyar kir ku bi pandemiyê re kuştina jinan zêde bûye û tevî hemû êrişan jî jin li ber xwe didin.   Piştre parlamenter Fîlîz Kerestîoglû axivî û da zanîn ku jin li dijî tundî, newekhevî, cudakarî û cînayetan têkoşînek mezin bi rê ve dibin û got: “Tiştek heye divê em ji bîra nekin, ew jî têkoşîna me ye. Dîroka me ne dîroka mexdûriyetê, dîroka têkoşînê ye.”    Civîn piştî axaftinan ji çapemeniyê re girtî dewam kir.