HDP ji bo 1'ê Îlonê navçe bi navçe geriya 2020-08-30 15:08:14   AMED - Rêxistina HDP'ê ya Amedê ji bo çalekiyên bi minasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê  werin li darxistin li navçeyan serdana gel kir.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê bi boneya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhan bi diruşma "Em Bi Hev re Li Dijî Şer Aşitiyê Diparêzin"  çalekiya zincîra mirovan dê pêk bîne. Beriya çalekiyê jî bi beşdarbuna parlementeran li hemu navçeyan serdana gel pêk hat û gel vexwendin çalakiyê çalekiyê.     Îro di serdan li  navçeyên Bismil, Ferqîn, Çinar û Hazro yên Amedê pêk hat. Li Bîsmilê parlemeter Ayşe Acar Başaran, hevseroka HDP'ê ya bajêr Hulya alukmen Uyanık, rêxstina HDP'ê ya bajêr û navçeyê beşdar bûn.    'Em ê tim bibin dengê aşitiyê'   Beriya çalekiyê Hulya Alokmen Uyanik li ser girîngiya rojê axivî û wiha got:" Weke ku me di diruşmeya xwe de ji daye nîşa kirin em ê li hemberî şer bibin dengê azadiyê. Ji ber şert û mercên em tê de ne mixabin em nikarin bi gel re kom bibin û çalekiyek bi girseyî li dar bixin. Lê weke her rojê em ê sibe jî diruşmeya xwe ya aşitiyê berz bikin. Ji ber ku ev roj ji bu kurdan girîngiyek wêya mezin heye."   'Polîtıkayên şerê taybet li Kurdistanê tèn meşandin'   Ayşe Acar Başaran jî bi polîtıkayên şerê taybet ên dewletê dest bi axaftinê kir û wiha got:" Bi salan e dewleta tirk bi heman rê û rêbazan êrişekî Gelê Kurd dike. Armanca wan tunekirina nasnameya kurd û bişaftina vîna kurd e. Ji bo vê yekê ji hemû rêbazan qirêj ji xwe re meşru dibîn e. Em temaşeyê buyerên dawî bikin. Îpek Er a ku ji aliyê çawişê pispor ve rastî tecawuzê hat di eslê xwe de bûyera hat serê wê vegotina şerê bi salan tê meşandine."   'Em ê li dijî şer bibin asteng'   Ayşe di axaftina xwe de got rewşa Tirkiye her ku diçe ber bi xerabûnê ve diçe û ev jî ji ber polîtîkayên AKP'ê ne. Ayşe wiha berdewam kir:"Qirkirina jinan, buyerên destdirêjî tecawuzê, êrîşa zayendî li dijî zarokan, xizanî, têkçûna aboriyê tev gihiştine lutkeyê. Lewra ev ji dibin sedema nexweşiya navneteweyî. Îqtidara îro nikare rêveberiyê bike. Rexmê van yekan mixabin her roj li hemberî cihekî şer dide destpêkirin. Lê li dijî hemu nexweşî, şer û pevçunan em tim alîgirê aşitiyê ne û çareserî ji bi vê re pêkan ye. Sibe ji em ê li dijî van pêkanînan zincîra mirovan li Amedê pêk bînin."   Piştî axafitna heyetê serdanên xwe berdewamkirin û gel vexwend çalakiyan.