HDP dê sibe li meclisê banga çareseriyê bike 2020-08-30 12:23:14       ENQERE - HDP dê “Bernameya Têkoşîna Demokratîk” a di 1’ê Hezîranê de dabû destpêkirin li Meclîsê bi “Deklarasyona Banga Aştiyê” di 1’ê Îlonê de temam bike û dê banga çarserkirina pirsgirêka kurd bike.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 1’ê Hezîranê de “Bernameya Têkoşîna Demokratîk” a ji sê qonaxan pêk dihat dabû destpêkirin û dê di 1’ê Îlonê de bernameya xwe bi dawî bike. HDP dê sibê li Meclîsê çalakiya fînalê bi navê “Deklarasyona Banga Aştiyê” li dar bixe û dê çalakiyên xwe yên di çarçoveya vê bernameyê de bi rêzeçalakiyên 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê “xeleka aştiyê” li gelek bajaran pêk bîne û bi dawî bike.    Li gorî daxuyaniya Buroya Çapemeniyê ya HDP’ê belav kir dê di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de li Amed, Stenbol, Enqere, Antalya, Edene, Wan, Îzmîr û Rihayê çalakiya “xeleka însan ango xeleka aştiyê” ya herî mezin a dîroka Tirkiyê li dar bixe. HDP wê sibê di çalakiya “Deklarasyona Banga Aştiyê” de banga çareserkirina pirsgirêka kurd a rêbazên aştiyane li îqtîdar, muxalefet û hêzên civakî bike.