Îlham Ehmed û heyeta pê re li Rusyayê ne! 2020-08-30 11:31:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Heyeteke ku Seroka Desteya Rêveber a MSD'ê Îlham Ehmed jî di nav de cih digrie çû Rusyayê.    Heyeta Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) ku Seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed, Cîgirê wê Hîkmet Hebîb, Serokê Yekitiya Suryenan Senherîb Barsûm û nûnerê MSD'ê yê Misrê Sîhanok Dîbo pêk tê çû paytexta Rûsyayê Moskovayê.    Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA); Nûnerê MSD'ê Sîhanok Dîbo got "Şandeya Meclisa Sûriya Demokratîk li ser vexwendineke fermî ya wezareta derve ya Rûsyayê di 27`ê vê mehê de gihîşt Moskovê." Sîhanok diyar kir ku dê duşemê bi civîneke çapemeniyê mûzakereyeke di navbera MSD'ê û Partiya Vîna Gel de bê îmzekirin. Di heman rojê de dê hevdîtin bê kirin.   Sîhanok da zanîn ku dê navaroka mûzakereyeke lihevkirinê pişt re bê belavkirin û dê pîvanên sereke yên peymaneke civakiya nû ya Sûriyê bigire nava xwe ku dê rê li hewldanên dagirkirin û parçekirina Sûriyê û avakirina sîstemeke navendî ya zordar, bigire.  Sîhanok wiha berdewam kir: "  "Em dikarin bêjin, mûzakereya bê îmzekirin dê tiştê herî baş ku heta niha hatiye kirin be. Dê sûdê li tevahiya ceografiya Sûriyê û hemû pêkhateyên Sûriyê bi taybetî li opozisyona niştîmanî ya demokratîk bike. Em dikarin bêjin ku nuqteyek guhertinê ya rasteqîn e."     Herwiha  hat ragihandin ku heyeta MSD'ê dê bi Wezîrê Karên Navxweyî yê Rusayê Sergey Lavrov û bi hin kesayetên girîng ên li Rusyayê re jî hevddtînan bike.