Sebîha Sebrî: Bi rêxistinbûnê em ê hev biparêzin 2020-08-30 09:07:23   Nesrîn Hesîn - Viyan Saîd   ŞENGAL - Berdevka TAJÊ Sebîha Sebrî diyar kir ku jin dikare xwe bi rexistin bike û xwe biparêze û got: "Dema jin rexistinbûna xwe mezin û xurt bike we demê dikare xwe bipareze."     Desthilatdar di her şeran de bêtir jinê hedef nîşan dide. Di ferma 3'yê Tebaxê ya li hemberî Êzidiyan de jî wisa bû. Di serî de jin hedef hatin girtin. Bi tecawizê re rûbirû man, hatin qetilkirin û li bazaran hatin firotin. Niha jinên Êzidî dixwazin birînên xwe yên fermanê bipêçin. Ji bo jinên Êzidî tekanê rêya pêçandina birînan jî xwe bi rêxistin kirine. Jinên Êzidî niha di her qada jiyanê de temsîliyeta xwe pêk tînin û rêxistinbûna xwe ya xweser bi hêz dikin. Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Sebîha Sebrî derbarê mijarê de ji ajansa me re axivî.     'Di her helê de êrîş dikin'   Sebîha di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser hedef girtina jinan û got: "Di her helê de li hemberî jinê êrîş heye. Em jin wekî her tim niha jî di rewşekî gelek zehmet de derbas dibin. Lê belê jin çawa di serdema civak xwezayî de pêşeng bû dê niha jî bibin pêşengên civaka xwe. Lê ev pêşengî ji hêla tu dewletan ve nayê qebûlkirin û her tim ji pêşengiya jinê tirsiya ne."   'Jinên Êzidî bûn pêşeng'   Sebîha destnîşan kir ku li dijî êrîşan rêxistinbûna jinan girîng e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di nava gelek civakan de rêxistinên jinan pêşengtiyê dikin. Jin barê herî giran dide ser milê xwe û xwe bi rêxistin dike. Wekî civaka me Êzidiyan. Piştî fermana 3'yê Tebaxa 2014’an ji bo rexistin kirina civaka Êzidî jin rolêkê mezin lîst. Jin di rexistinkirina civaka Êzidiyan de bû pêşeng. Jin di aliyê civakî, aborî, leşkerî û siyasî de xwe bi rêxistin kiriye. Êdî rêxistinbûna jinên kurd mezin bûye. Bi taybet piştî fermanê jinên Êzidî me xwe di çarçoveya fikr û ramanê Rêberê xwe xwe afirand û rêxistinbûna xwe ava kir."   'Di nava civakê de jinê hedef digirin'   Sebîha, derbarê êrîş û zilma li hemberî jinê de pêk tê jî wiha nirxand: "Îro bi her awayî li her aliyê li hemberî jinê êrîş heye. Desthiladarî dema êrîşê civakê dike di serî de jinê hedef digire. Di dema fermanê dê jî wisa bû di serî de jin hedef hatin girtin û êrîşên herî hovane li hemberî jinê pêk hat. Cihê ku dagirkerî hebe ev rewş bêtir hov dibe wekî li Efrînê. Her wiha wekî din jî zihniyeta serdest a mêr dema jinekî dikuje bi tu awayî nayên darizandin."   'Têkoşîna xwe mezin bikin'   Sebîha di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser rê û rêbazên têkoşînê û got: "Em dikarin xwe bi rexistin bikin û xwe biparêzin. Kesekê din nikare me biparêze. Bi taybet zihniyeta desthiladar qet nikare jinê biparezê. Di nav civakê de jin her alî de dibin bindestiya mer de dijî. Em weke jin rexistina xwe mezin û xurt bikin em we demê dikarin xwe biparezin. Ez bang li hemû jinan dikim ku xwe bi rêxistin bikin û têkoşîna xwe mezin bikin."