'Êrîşî nirxên mirovahiyê dikin' 2020-08-30 09:05:08   Dilûcan Bozî   KOBANÊ -Goristanên Serêkaniyê hatin texrîpkirin û li ser goristanan baregehên çetayan hatin avakirin û dayikên pakrewanan bertek nîşanî texrîpkirina goristanan da û gotin: "Nirxên giranbûya yên gelan tên talankirin. Bi tu awayî nayê qebûlkirin ku mirov êrîşî gorên şehîdan bike."     Pîştî êrîşên di 9'ê cotmeha 2019'an de çeteyên li herêmê dest bi xirakirina goristanan kirin. Herî dawiyê goristana Serêkaniyê ji xwe re vegerandin baregehê.  Êrîşên li hemberî goristanên pakrewanan li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû sedema bertekan. Têkildarî vê mijarê dayikên pakrewanan ên Kobanê ji ajansa me re nêrînên xwe anîn ziman.    'Navendên leşkeriyê ava kirin'    Fatme Mihemed Îsa diyar kir ku dema ku dewleta tirk û çeteyên wê herêmekê dagirdike yek ser dest bi xirakirina goran dikin û wiha axivî: "Ev jî diyare ku dijmin ji hestiyê şehîdên me jî ditirse. Dewleta tirk di hemû şeran de nikaribû li hemberî şervanên YPJ/ YPG'ê û QSD'e bisekine û şer bike. Em van kiryarên dewleta tirk yê bê exlaqî nelet û şermezar dikin. Di cîhanê de gelek şer hatin kirin, lê tu kesî êrîşî goristanan nekirin, tenê dewleta tirk sûcên mirovahiyê dike û nirxên şehîdan bin pê dike. Em soz didin şehîdên xwe ku wê tu carî hêza Erdogan û çeteyên wê bi sernekeve. Em hêza xwe ji şehîdên xwe digrin û em ê rêya wan bişopînin. Dewleta tirk ne tenê li Serêkaniyê goristan xirakirin di heman demê de li Efrîn û Girê Spî jî bi gorên şehîdan leyistin û li şûna wan navendên leşgerî yên çeteyan ava kirin."    'Nirxên me talan dikin'   Zelîxa Elî êrîşên dewleta tirk a li ser goristanan şermezar kir û got: "Dewleta tirk gelek rê û rêbazên şer li ser herêmê dide meşandin. Têr nekir vê carê jî êrîşê goristanan kir. Li şûna wan baregehên leşgerî yên çeteyan ava kirin. Dema ku Efrîn hat dagirkirin, dewleta tirk û çeteyên wê goristanên şehîdan xirab kirin û li şûna wan hin navend ji xwe re ava kirin. Erdogan vê dide diyar kirin li ku derê kurdek hebe wê êrîşî wir bikin. Dewleta tirk bi hişmendiyekî desthiladar polîtîkayên xwe li ser herêmên me dide meşandin, di her êrîşên xwe de û bi taybet li Efrînê hemû nirxên giranbuha û pîroz talankirin, sedema van kiryaran hemûyan jî Erdogan bi xwe ye."