‘Konseya Ewropayê sûcdaran diparêze’ 2020-08-30 09:02:03   Berçem Cûdî   KOBANÊ - Seroka Desteya Jinan a Herêma Firatê Firyaz Berkel, diyar kir ku Tirkiyê yekem dewlet bû ku Hevpeymana Stenbolê erê kir û yekem dewlete ku bin pê dike û got: "Konseya Ewropayê û  46 dewletên ku hevpeyman îmzekirin hovîtiya dewleta tirk dibînin û bêdeng dimînin. Bêdengî tê wateya piştgirî dayînê."    Endamên Meclîsa Ewropayê di 11'ê hezîrana 2011'an de li dijî tundiya li hemberî jinan hevpeymaneke navnetewî li Stenbolê îmze kiribûn. Hevpeyman ji 81 bendên girêdayî parastina mafê jinan pêk tê. Naveroka wê jî li ser bingehê parastina mafên jinan û piştgiriya wan di aliyê zagonî de ye. 46 dewlet di hevpeymanê de cihê xwe girt. Dewleta tirk jî ev hevpeyman îmze kir, lê bendên wê pêk ne anîn û her roj kiryarên dûrî exlaqên mirovî ser jinan dide meşandin. Têkildarî mijarê Seroka Desteya Jinan a Herêma Firatê Firyaz Berkel nêrînê xwe ji ajansa me re parvekir.    ‘Dewleta tirk hevpeyman têk bir’   Firyaz di destpêkê de behsa  mijara îmzeya hevpeymanê kir û got: "Hevpeymana Stenbolê ji aliyê Konseya Ewropayê ve hat pêşniyarkirin. Di sala 2011'an de xebatên hevpeymanê dest pê kirin û di sala 2014'an de bi beşdarbûna 46 dewletan ket meriyetê de. Di şer, şoreş û koçberiyê de herî zêde jin zirarê dibînin. Ev hevpeymana Stenbolê hat îmzekirin û Tirkiye xwe weke pergaleke ku azadî û parastina jin girîng dibîne da pêş. Tirkiyê yekem dewlet bû ku ev hevpeyman erê kir û yekem dewlete jî ku bin pê dike. Em dibînin pratîka dewleta tirk berovajî hemû zagonên di hevpeymanê de ye ku bi dagirkirina herêmên Sûriyeyê re ev yek eşkere bû."   ‘Konseya Ewropayê piştgiriyê dide Tirkiyeyê'    Firyaz bal kişand li ser kiryarên dewleta tirk û bêdengiya Konseya Ewropayê û wiha axivî: "Dewleta tirk beriya ku êrîşî deverekê bike, propagandaya xwe dike ku wê mirovan ji zordariyê rizgar bike. Lê bi dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Bab, Cerabalos û Izazê re, rojane jin rastî hemû cureyên tundiyê tên. Zarok û kesên temen mezin jî bi heman kiryaran re rûbirû dimînin. Li Tirkiyeyê jinên pêşeng bi rengekî hov hatin girtin û hatin qetîlkirin."   'Kiryarên li herêmê hatin belgekirin'   Firyaz, diyar kir ku Hevrîn Xelef Sekertera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê bû û aliyê Tirkiyeyê ve hat qetîlkirin û wiha bi lêv kir: "Kujerê wê niha di bin parastina dewleta tirk de li Serêkaniyê dijî. Em daxwaza darizandina vî kesî dikin. Her wiha di 23'yê hezîranê de li Kobanê sê jinên pêşeng bi balefireke dewleta tirk li gundê Helincê hatin hedef girtin. Ev hemû kiryar hatin belgekirin. Ev bûyerên ku diqewimin sûcên şer in."   Firaz wiha dawî li axaftina xwe anî: "Konseya Ewropayê û ew 46 dewletên ku hevpeyman îmzekirin vê yekê baş dizanin û hovîtiya dewleta tirk dibînin. Bêdengiya wan tê wateya destekdayina sûcên tirkiyê derheqê mirovan de."