ROJEVA 30'Ê TEBAXA 2020'Î 2020-08-30 09:00:00       *Seroka Desteya Jinan a Herêma Firatê Firyaz Berkel, diyar kir ku Tirkiyê yekem dewlet bû ku Hevpeymana Stenbolê erê kir û yekem dewlete ku bin pê dike û got: "Konseya Ewropayê û  46 dewletên ku hevpeyman îmzekirin hovîtiya dewleta tirk dibînin û bêdeng dimînin. Bêdengî tê wateya piştgirî dayînê." BI DÎMEN    *Rebîa Mihemed bi nêzbûna zivistanê re dest bi amadekariyan kir û diyar kir ku gelek tişt di zivistanê de peyda nabin ji ber vê jî ji berhemên havînê sûde digirin. Rebîa ji bo zivistanê niha salçeya îsotan çêdike. BI DÎMEN    *Fatme Mihemed bi çêkirina peykeran re mijûl dibe dixweze bi navê "Efrîn bang li me dike" pêşangehek veke û got: "Ez ji Efrînê me êşa gelê min, êşa min e. Min êş û berxwedana gelê xwe bi çêkirina peykaran anî ziman." BI DÎMEN    *Goristanên Serêkaniyê hatin texrîpkirin û li ser goristanan baregehên çetayan hatin avakirin û dayikên pakrewanan bertek nîşanî texrîpkirina goristanan da û gotin: "Nirxên giranbûya yên gelan tên talankirin. Bi tu awayî nayê qebûlkirin ku mirov êrîşî gorên şehîdan bike." BI DÎMEN    *Melek Yaman di salên 90'î de bi zext û zordariyê re rûbirû maye û got: "Gundê me hat şewidandin, em koçber bûn û kurê min li dijî zext û zordariyê berê xwe da çiyê û şehîd ket. Jiyana min her tim bi têkoşînê derbas bû û heta ku dilopekê xwîn di canê me de hebe em ê li ber xwe bidin." BI DÎMEN    *Berdevka TAJÊ Sebîha Sebrî diyar kir ku jin dikare xwe bi rexistin bike û xwe biparêze û got: "Dema jin rexistinbûna xwe mezin û xurt bike we demê dikare xwe bipareze." BI DÎMEN    *Bêguman şîdeta li ser jinê ne tesadufe, bi erdêrê kaşkirina jinê, rastî heqeretan hatin, bi tecawiz û tacîzê re rûbirû mayîn a jinan ne tesadufe… Bêguman mêrantî jî ne tesadufe! Daraza mêr, çapemeniya zayendperest a desthilatdariyê ne tesadufe.   *Di vîrûsa koronayê de êrîşa li hember xwezayê jî berdewam kir û di têkoşîna ekolojiyê de jî jinan li eniya pêş cih girt. Endama Meclîsa Ekolojiyê ya HDK’ê Yagmur Yurtsever diyar kir ku li Kîrazliyayla û Çapakli berxwedana jinan ji her kesî re bûye hêvî û got: “Têkoşîn û berxwedana ekolojiyê ji bo jinan qadeke din derxist holê.”   *Altun Şîmşek ya di temenê biçûk de hat zewicandin û rastî şîdeta sîstematîk hat wiha got: “Êdî jin dengê xwe bilind dikin. Me jiya bila zarokên me nejîn. Destûr nedin zewacên di temenê zarokatiyê de, destûr nedin şîdetê.” BI DÎMEN    *Endamên Platforma Jinan a Şahmaran a Mêrdînê bertek nîşanê tahliyekirina gumanbarê tecawizê, çawîşê pispor Mûsa Orhan dan û diyar kirin ku wê tahliye pêşî li sûcên nû vebike û gotin divê Musa Orhan demildest bê girtin. BI DÎMEN