'Jin êdî li ser medyaya civakî edaletê digerin!' 2020-08-29 16:39:16   ÊLIH - Jinên Êlihê serbest berdana Mûsa Orhan bi daxuyaniyê şermezar kirin. Di daxuyaniyê de Ayşe Acar Başaran axivî û got: "Jin êdî li ser medyaya civakî edaletê digerin. Gelo îqtîdar çima ew qas ji Peymana Stenbolê aciz dibe? Divê bê zanîn ku jin dê li her qadê têkoşîna xwe bidomîne. "   Bertek û nêrazîbûnên li hemberî serbestberdana Mûsa Orhan didomin. Jinên li Êlihê li ber avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê kom bûn û daxuyaniyek dan çapemeniyê. Parlamenterên, rêveber û endamên HDP'ê û aktîvîsten Tevgera Jinên Azad (TJA) tevlî daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên Îpekê hatin hildan. Polîsan xwest daxuyaniyê asteng bike. Lê jinan di bin dorpêça polîsan de çalakiya xwe pêk anîn.    Berdevka Giştî ya Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran daxuyanî da û diyar kir ku tu carî serbestberdana çawîşê pispor Mûsa Orhan qebûl nakin. Ayşe wiha dirêjî da axaftina xwe: "Mûsa Orhan ji ber nasnameya xwe û unîformaya xwe nayê girtin. Bi sed hezaran kes li ser medyaya civakî, li kolanan ji bo girtina wî bang kirin. Lê belê piştî çend saet şûnde Mûsa serbest hat berdan. Mûsa ji deriyê pêşiyê ket hindûr û di deriyê piştê re jî derket."   Ayşe, da zanîn ku sûcê Mûsa li holê ye wiha axivî: "Nameya Îpek Er di hemû çapemeniyê de hat weşandin. Ji hêla rapora tiba edlî jî sûç aşkera bû. Lê wekî Mûsa gotî 'Tiştek bi min nayê' rast derdikeve holê. Malperekî nûçeyan ji ber ku name weşand biryara qedexeyê hat dayîn. Derbarê rojnamegeran de lêpirsin hat destpêkirin. Jinên ku li dijî Mûsa Orhan daketin qadan hatin derp kirin. Partiya me hedef hat nîşandan."   Ayşe, diyar kir ku li welat polîtîkaya becezahiştinê tê meşandin û wiha bi lêv kir: "Ji ber polîtîkayên bêcezahiştinê her roj jinek tê kuştin. Çend roj beriya niha ji ber ku jinek ji bo xwe biryarek da bi şîdetê re rûbirû ma û bi mirinê hat tehdîtkirin. Jin ku êdî nedixwast ku bi mêrê êrîşkar re bijî li kolanê hat kuştin û her wiha li Rihayê jî jinek ciwan ji ber rûniştina xwe li kolanê hat kuştin."    Ayşe, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Jin êdî xwe di ewlehiyê de nabînin. Êdî li ser medyaya civakî edaletê digerin. Gelo îqtîdar çima ew qas ji Peymana Stenbolê aciz dibe? Ji ber ku peyman ne tenê jinên HDP'yî û jinên muxalîf diparêz e û hemû jinên li Tirkiyeyê diparêz e. Ev tişt jî ji bo îqtîdar û dewletê berpirsiyarî ye û ev jî naxwazin berpirsiyariya xwe bînin cih. Îqtîdara AKP'ê siyaseta xwe ya dijminatiya jinê dike didomîne û her wiha meşrû jî dike. Lê divê bê zanîn ku jin dê li her qadê têkoşîna xwe bidomîne."