Xizmên Windayan aqûbeta windayên xwe pirsîn 2020-08-29 13:12:17   AMED - Di hefteya 603'yemîn de Xizmên Windayan aqûbeta Nurettîn Yedîgol pirsîn.    Xizmên Windayan û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 603’yemîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin” li ser medyaya civakî çalakiya xwe li dar xistin. Rêvebera ÎHD’ê ya Şaxa Amedê parêzer Gurbet Yavûz daxuyaniya vê hefteyê xwend û serpêhatiya windakirina Nurettîn Yedîogl ê di 12’yê nîsana 1981’an de li Stenbolê bi darê zorê hat binçavkirin û windakirin vegot.    Gurbet, diyar kir ku Nûrettîn Yedîgol ê ji Erzînganê di 12’yê nîsana 1981’an de ku 27 salî bûye di serdegirtina malekê de hatiye binçavkirin û ji wê rojê ve tu kesî Nûrettîn nedîtiye û agahî jê negirtiye. Gurbet got di binçavan de îşkenceya giran li Nûrettîn hatiye kirin û di nav xwîn û xirarê de maye. Gurbet da zanîn ku tevî hemû serlêdanên malbatê jî hewldan bêencam mane û Nûrettîn nehatiye dîtin.