Meclîsa Îştar a Mexmûrê: Ebrû ji bo rastiyê canê xwe feda kir 2020-08-29 09:08:11   MEXMÛR - Derbarê Ebrû Tîmtîk de Meclîsa Îştar a Mexmûrê daxuyaniya nivîskî weşand û gotin: "Ebrû ji bo wekhevî û azadiyê canê xwe feda kir. Em bang li her kesî dikin li dijî faşîzme û her wiha ji bo azadiya girtiyan rabin ser piyan."    Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi daxuyaniyekî nivîskî ser saxî ji bo malbat û hemu rêhevalên Ebru Tîmtîk xwest û diyar kirin ku jina berxwedêr û aştîxwaz ji bo rastî, wekhevî pêk bê canê xwe feda kir.    Di daxuyaniya nivîskî de wiha hat gotin: "Ji bo hemû gel, çand û netew bigihîjin rastiyê bû hêviya hezar jinan. Li Tirkiyeyê ne wekhevî, ne azadî, ne jî aştî heye. Hikûmetekî ku tu pîvanên civakê nasnake. Hemu kiryarên ji derveyî mirovahiyê li ser civak û jinan pêk tîne. Parêzer Ebru ji bo ku van kiryaran rabixe ber çavên cîhanê heya dawiyê dest ji têkoşîn û berxwedana xwe berneda.    Em jî weke  jinên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî heya dawiyê em ê têkoşîn û rêya ku parêzer Ebru pêyketî em ê wê rêyê bişopînin. Li ser navê hemû jinên wargeha Şehîd Rustem Cudî em sersaxiyê  ji malbat û hemu rêheval wêre dixwazin.   Em bang hemû kesên ku alîgirê wekheviyê ne dikin ku li hemberî faşizmê, ji bo hemu girtiyên azadiyê rabin ser piyan û têkoşîna xwe bilind bikin.”