'Bi yekîtiyê em ê projeya Netewa Demokratîk bi ser bixin' 2020-08-29 09:03:00   Xezne Celal   KOBANÊ - Hevseroka Komîteya Kar û Barên Civakî ya Bajarokê Sirînê Ferdos Kino di derbarê pergala Rêveberiya Xweser û êrîşên li ser projeya Netewa Demokratîk de wiha got: "Pergala Rêveberiya Xweser di nava pêkhateyan de tê pejirandin ji ber ku projeyeke demokratîk e û mafê hemû pêkhateyan diparêze ye.Wek pêkhateyên herêmê bi yekîtiya xwe em ê projeya Netewa Demokratîk bi ser bixin."   Netewa Demokratîk li hemberî zihniyata desthilatdar a ku qirkirina çandî pêş dixe, çand û hebûna civakî diparêze. Di serî de jî zimanê her netew û hindikahiyan qebûl dike, cih dide bawerî û her cure ramanê. Her netew bi ziman û çanda xwe hebûna xwe diparêze. Taybetmendiya esasî ya çanda Netewa Demokratîk jî ew e ku her netewek bi hebûn, nasname, ziman, ol û cihêrengiya xwe di pergaleke wekhev de bijîn. Di derbarê pergala Rêveberiya Xweser û êrîşên li ser projeya netewa demokratîk de Hevseroka Komîteya Kar û Barên Civakî ya Bajarokê Sirînê yê girêdayî Kantona Kobanê Ferdos Kino ji ajansa me re axivî.   'Bi avakirina pergalê re jinan gavên girîng avêtin'   Ferdosê da zanîn ku bi destpêkirina şoreşê re li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gavên girîng hatin avêtin û wiha got: "Me bi xwîna zarokên xwe herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin. Piştî rizgakirina herêman li gor pêwistiyan me dest bi avakirina saziyan kir. Li ser bingehê netewa demokratîk sazî û dezgeh hatin vekirin û pergala Rêveberiya Xweser hat pêkanîn. Di pergala Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de bi awayekî wekhev û azad hemû pêkhate cihê xwe digirin. Em dikarin bibêjin ku heta asteke bilind projeya Rêveberiya Xweser di nava civak û herêmê de tê perjirandin. Ji ber ku projeyeke demokratîk e ku mafê hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diparêze."   'Jinan astengî derbas kirin'   Ferdosê diyar kir ku bi pergala Rêveberiya Xweser re jinan jî gavên girîng avêtin û wiha domand: "Bi damezrandina pergala Rêveberiya Xweser re jinan jî gavên girîng avêtin. Cara yekem li Sûriyeyê di Rêveberiya Xweser de pergal hevserokatî hat avakirin. Bi vê re jinan astengiyên ku ji aliyê civakê ve li pêşya wan hatibûn danîn ên wêkî divê jin nexebite û pêwiste di malê de xizmeta zarokan bike derbas kirin. Jin tevlî xebatan bûn, cihê xwe di sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser de digirin, erk û rola xwe ya rêvebirina civakê bi cih tînin. Bi saya pergala Rêveberiya Xweser derfet ji jinan re hat dayîn ku xwe bi rêxistin bikin, hebûn û nasnameya xwe nas bikin, doza mafê xwe bikin, bibin xwedî vîn û nêrînên azad. "   'Bi yek dengî em li dijî êrîşan derdikevin'   Ferdosê herî dawî diyar kir ku projeya Rêveberiya Xweser li herêmê gelek serkeftin bi destxistine û wiha bi dawî kir: " Her wiha projeya Rêveberiya Xweser ji bo tevahî kesên civakê derfet da ku rola xwe di civakê de bilîzin. Îro hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di wê zanebûnê de ne ku Rêveberiya Xweser temsîle wan dike û xwe tê de dibînin. Lê li aliyekî din jî projeya Rêveberiya Xweser  ji aliyê dewleta tirk û hevkarên wê ve bi êrîşan re rûbirû dimîne û dixwazin vê projeyê tune bikin. Dewletên navneteweyî jî vê projeyê ji bo xwe wek astengî dibînin ji ber ku projeyeke demokratîk e û li dijî pergala wan a kapîtalîst e. Li dijî van êrîş û gefan welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yekîtiya xwe xurt dikin û bi yek dengî li dijî wan derdikevin. Her ku êrîş li ser projeya Rêveberiya Xweser zêde  dibin hêz, vîn, berxwedan û têkoşîna me jî xurt dibe û em ê projeya netewa demokartîk li dijî hemû êrîşan bi ser bixin."