TJA: Bêadaletî bû sedema mirina Ebrûyê 2020-08-28 19:41:26   AMED – TJA, ji bo parêzer Ebrû Tîmtîk a bi daxwaza doza wekhev dikir û di rojiya mirinê de bû duh jiyana xwe ji dest da, daxuyanî lidar xistin û destnîşan kirin ku Ebrû Tîmtîkê bê edaletî kuşt.   Tevgera Jinên Azad (TJA), ji bo parêzer Ebrû Tîmtîk ku bi daxwaza darizandina wekhev dikir û di rojiya mirinê de bû duh jiyana xwe ji dest da, li ber avahiya Komaleya Piştevaniya Malbatên Girtiyan a Amedê (TUAY-DER) daxuyaniyekê dan. Jinan pankarta “Darizandina bêedaletî re na” vekirin. Her wiha dowizên “Têkoşîna Jinê wê bi ser keve”, “Ebrû Tîmtîk nemir e”, “Ebrû Tîmtîkê bêedaletî kuşt” û “Bila Mûsa Orhan bê darizandin” hat wergirtin. Daxuyanî ji aliyê berdevka TJA’ê Ayşe Gokkan ve hat xwendin.   Ayşe diyar kir ku polîtîkayên dijmine edalet û mafan ên bloka faşîst a AKP-MHP Ebrû Tîmtîkê kuşt û wiha axivî: “Polîtîkayên desthilatdarê jinekê din a şoreşger ji nav me bir. Daxwaza wê serhildanek bû li hember wan biryarên "qaşo edaletî" ku der heqê wê de hatibû dayîn. Me stûyê xwe li ber wan biryaran netewandiye û em ê netewînin ku tu eleqeya wan bi edeletê nîn e û bi temamî li gorî berjewendiyên desthilatdara siyasî hatine dayîn û em ê çavê xwe ji wê yekê re negirin ku siberoja gelan ji bo berjewendiyên qesrê were tarî kirin.”   Ayşe bilêv kir ku tifaqa AKP-MHP’ê ji bo gelan ji xeynî şer, tundî, xwîn û mirinê tiştekî din îfade nake. Ayşeyê berdewamiya axaftina xwe de ev tiştê got: “Kesên ku çavên xwe ji mirinê re girtine û ji vê yekê kêfxweş in, tiştekî wan tune ku soz û peywama wê bidin civakê. Mekanîzmaya ku bi navê edaletê datînin ber me hê du roj berî niha tecawizkarekî bi navê Musa Orhan ku çawîşekî pispor e, bi lez û bez mameleya dosyaya wî çêkir û ji bo hefteyekî di hundir de ragirt û paşê  berda. Pergala  “qaşo edalet”’ê ku zilamek serbest berda ku tecawizî jineke ciwan a kurd kiribû û bibû sedema mirina wê. Heman vê pergalê 238 rojan xwe ji bo Ebrû Tîmtîkê li nedîtinê danî ku tenê ji bo darizandina adil bedena xwe dabû ber birçîbûnê.”   ‘Em ê bêdeng nemînin’   Ayşeyê axaftina xwe bi wan gotinan dawî kir: “Em bi hêrs in, ji bo her jina ku ji ber tundîtîjiya dewlet û mêran jiyana xwe jidest dide. Lê belê em ê bêdeng namînin.  Em wek TJA, di serî de di kesayeta jina têkoşêr û parêzvan Ebrû Tîmtîk û hemû şehîdên ku di ber doza maf û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bibîr tînin û soza domandina têkoşîna wan didin.”   Daxuyanî bi dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Ebrû Tîmtîk nemir e” bi dawî bû.