Bernameya 1'ê Îlonê ya Stenbol û Edeneyê hat aşkerakirin 2020-08-28 17:49:34   STENBOL / EDENE - Bi minasebeta 1'ê Îlonê Hêzên ked, aştî û demokrasiyê yên Stenbol û Edeneyê civîn li dar xistin û bernameya xwe aşkera kirin.   Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê li avahiya Şaxa Egîtîm Senê ya Şîşlî ya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xistin û bernameya 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê eşkere kirin. Rêxistina HDP’ê ya Edeneyê jî bernameya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li avahiya xwe eşkere kir.   Stenbolê banga tevlîbûnê hat kirin   Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê li avahiya Şaxa Egîtîm Senê ya Şîşlî ya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xistin û bernameya 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê eşkere kirin. Berdevka Demî ya Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê ya Stenbolê Beyzade Sayin axivî û destpêka axaftina xwe de parêzer Ebrû Tîmtîk a di rojiya mirinê de bû jiyana xwe ji dest da bibîr anî û got ji bo parêzer Aytaç Unsal biryara berdanê were dayîn.    Beyzade destnîşan kir ku şerê diqewime bandorek neyînî li ser feqîr û kedkaran dike û her ku şer kûr dibe bandorek neyînî li ser civakê dike û wiha got: "Ji bo şer bi dawî bibe pêdivî bi têkoşîna wekhevî, azadî û aştiyê heye û ew carek din aştiyê qîr dikin. Em ê di 1’ê Îlonê de li ber Îskeleya Kadikoy-Beşîktaşê saet di 18.30’an de çalakiyê li dar bixin û her kesî vexwen çalakiya roja aştiyê.    Li Edeneyê daxuyanî hat dayîn   Rêxistina HDP’ê ya Edeneyê jî bernameya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li avahiya xwe eşkere kir. Cîgira Serokê Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş û rêveberên HDP’ê beşdar bûn. Di civînê de hat diyarkirin ku wê çalakiya li Edeneyê li Taşkopru ji aliyê Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Edeneyê ve saet di 17.30’an de bê lidarxistin û banga vê çalakiyê hat kirin.    Meral Daniş Beştaş diyar kir ku aştî pêdiviya vî welatî ye û îqtîdar bi şer dixwaze muxalefetê lawaz bike û zextan li ser muxalefetê dike û wiha axivî: "Heta kêşeya kurd çareser nebe li Tirkiyê kêşeya demokrasiyê dê neyê çareserkirin û butçeya vî welatî hemû ji şer re tê xerckirin."