'Em ê bi rêxistinê li dijî faşîzmê têbikoşin' 2020-08-28 15:34:57   RIHA - Jinên ku derbarê Nurbarî Mîhrîcan de daxuyanî dan wiha gotin, "Em ê bi hêza xwe ya rêxistinê li dijî vê zîhniyeta faîşt têbikoşin."   Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Rihayê, derbarê Nurbarî Mîhrîcan a ku ji aliyê birayê xwe Salîh Mîhrîcan ve Hat kuştin de  li avahiya partiya xwe a navçeyê daxuyanî da. Daxuyaniya ku tê de pankarta bi dirûşma "Qrikirina jinê qirkirina civakê ye" hat vekirin li gel parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu gelek kes tevli bûn.    'Bi qanûna înfazê serbest hatiye berdan'   Aktîvîsta TJA'yê Ayşe Işik, diyar kir ku Nurbarî li ber çavên herkesî hat qetilkirin û got ku Nurbarî û ferdên din ên malbatê bi caran ji aliyê heman kesî ve hatine tehdîtkirin û got,"Berî bûyerê giliyê bersuc kiribû û hatibû giritn. Lê bersûc piştî ketiye girtîgehê bi qanûna înfazê ya nû hatiye tehliyekirin."   'Em ê li dijî bin'   Parlamentera HDP'ê Ayşe Surucu jî bertek nîşanî tehliyekirina çawîş Musa Orhan ê ku bû sedema mirina Îpek Er da û got,"Ka edalet li ku ye?  Em ê bi hêza xwe ya rêxistinê li dijî zîhniyeta faşîst têbikoşin û hesabê destdirêjî  û qirkirina jinan bipirsin."