SKB-Ewropa: Em ê îdealên Ebrûyê bidin jiyîn 2020-08-28 15:08:13   NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîtiya Jinên Sosyalîst a Ewropayê ji bo Ebrû Tîmtîk daxuyaniyekê nivîskî weşand û got: "Em bihêrsin! Têkoşîna jinan bi vê hêrsê wê îdealên jiyanê yên Ebrû Tîmtîk bide jiyîn."   Yekîtiya Jinên Sosyalîst a Ewropayê (SKB) ji bo parêzer Ebrû Tîmtîk ku bi daxwaza dada wekhev dikir û di rojiya mirinê de bû duh jiyana xwe ji dest da, daxuyaniyekê nivîskî da.    Di daxuyaniya SKB'ê de wiha hat gotin: "'Ebrû Tîmtîk ku di roja 238'an a rojiya mirinê de nemir bûyî di têkoşîna rûmetdar a jinan de were jiyandin. Ebrû Tîmtîk ku bi daxwaza darizandina edîlane li gel hevrêyê xwe Aytaş Unsal dest bi rojiya mirinê kirî têkoşereke dadê û parêzera gel bû. Rejîma Qesrê ya ku çav û guhê xwe li berxwedana wê girtî li gel rapora Tiba Edlî ku digot nikare li girtîgehê bimîne jî bi vê helwesta xwe ew mehkûmî mirinê kir.   Ên ku guhê xwe lê girtin, berê serê xwe dane aliyekî dad û wijdan kuştin. Rejîma Qesrê ya kujer careke dî mafê jiyanê bi rengekî bêdaraz kuşt. Ên ku bêdeng man, xwe ker û kor kirin xwe nespêrin tarîtiya tirsê. Ji bo ku hûn teslîmî jiyaneke nizm nebin, ji bo jiyan û rûmetê, ji bo ku hûn bibêjin êdî bes e hûn li hêviya çi ne! Jiyana ku tê parastin a me hemûyan e.   Em bihêrs in! Têkoşîna jinan bi vê hêrsê wê îdealên jiyanê yên Ebrû Tîmtîk bide jiyîn!''