Piştî tahliyekirina Musa Orhan wezaret çû serdana malbatê 2020-08-28 14:42:52   ÊLIH - Heyetek ji Wezareta Karên Navxweyî, piştî ku çawîşê pispar Musa Orhan ê tecawizî Îpek Er kir û bû sedema mirina wê hat berdan çû serdana malbata Îpekê û bi malbatê re hevdîtin kir.    Li navçeya Qûbînê ya Êlihê, jina 18 salî Îpek Er a ku Çawişê Pispor Mûsa Orhan ê li Sêrtê peywirdar tecawîzê wê kir û di 16’ê tîrmehê de ji ber vê sedema tecawizê hewl da xwe bikuje, piştî têkoşîna jiyanê ya 33 rojan jiyana xwe ji dest da bû. Bersûc ê ku ewil nehat girtin, dûre li ser bertekên raya giştî di 19’ê Tebaxê de hatibû binçavkirin û sewqî dadgehê hatibû kirin. 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê, bi sûcdariya “êrîşa zayendî ya biwesf” derbarê Musa Orhan de biryara girtinê da bû û şandibû girtîgehê.   Lê 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê, biryara dadgeha 1’emîn red kiribû û bersûc Musa Orhan di 25’ê Tîrmehê de hatibû tehliyekirin. Wezîrê Karên Hûndir Suleyman Soylû, di daxuyaniya da bû de, bertek nîşanî nerazîbûnên raya giştî yên ji bo berdana Musa Orhan da û li şûna bertekê nîşanî Musa Orhan bide raya giştî sûcdar kiribû.     Şandeyeke ji Wezareta Karên Hûndir pêk tê, malbata Îpek Er a Mûsa Orhan tecawîzê wê kir û bû sedema ku întîxar bike ziyaret kir. Şandeya Wezareta Karêm Hûndir Muhterem Înce jî,di nav de bi Waliyê Êlihê Hûlûsî Şahîn, Waliyê Sêrtê Osman Hacibektaşoglu, Qeymeqamê Navçeyê Sînan Aşci, Midûrê Ewlekariya Êlihê Koroglû Kiraç û Fermandarê leşkerî yê Êlihê Albay Îsa Çakmak re çûn mala malbata Îpek Er.    Hat dest nîşan kirin ku rayedarên wezaretê, di dema serdanê de ji malbatê re gotine ku ew ê şopdarên bûyerê bin.